1. bi kurdî bînasaz, qesirbend, mîmar, e. |
|
21.01.2014 20:29 |
simurg56
|
2. karûbarê mine. lê tiştek nayê hişê min ku bêjim. bi kurtasî; huner a afirandinê ye. hinek ji wan koleyên kapîtalîzmê ne, hinek ji wan jî xizmetkarên mirovahîyê ne. |
|
22.01.2014 01:39 |
nazim tolhildan
|
3. Bela sere endezyarên avahiyan e ji ber ku bêpirs ,bêşêwirîn û bêhesab dikarin li gorî dilê xwe (weke nimûne) stûnan cih bikin an ji stûnan zerengî bikin yanê projeya hatî hisabkirin bilewitînin.tiştekî ji statîkê fêm nakin û ser halên xwe re tên mirov re niqaşdikin û dibejin çawa çênabe? Yaw heval naqedê naqedê!!! çawa dermanfiroş xwe têkilî kar û barên bijişkan dikin û dermanan didin xelkê ew ji xwe têkilî kar û barên me dikin. * (bnr: oxweş! min dilê xwe rehet kir) |
|
22.01.2014 13:27 |
karmatî
|
4. kareke xweş e. her çiqas karmatî dilê xwe rehet bikê jî divê mirov piçek objektif be*.endezyarî û avahîsazî karên cûda ne û ne tenê endezyarên avahîyan, hemû endazyaran di bin avahîsazan de dixebitin. li cem min xwe, endezyarê avahîyan, endezyarê elektrîkê, endezyarê mekanîkê, endezyarê erdnasîyê û endezyarê nexşeyê dixebitin. ango em dikarin bêjin ku avahîsaz serokê orkestrayê ye û endezyaran jî sazbend in. ji bo vê yekê ji avahîsazan re dibêjin belayê serê endezyaranê. Lê wek gotina karmatî hinek ji wan belane û kêrî pîvazekê nayê. avahîsazî karê hunerê ye, eger huner tunebe avahîsazî jî nabe. tişteke din jî; beş a herî zor bijîşkî tê zanîn, lê bi ya min avahîsazî zêdetir zor e. him xwendina wê him jî xebitina wê. dîsa jî, bi her alîyê ve mirov têr dike; alîyê ramanî û civakîyê, alîyê aborî û manewîyê. ji zarokên xwe re avahîsazîyê pêşnîyar bikin, jîyana wan, ramanên wan û nêrîna wan a dinyayê yê biguhare. |
|
22.01.2014 14:12 |
nazim tolhildan
|
5. ji bo kesên kU meraq dikin çend heb mînak: |
|
22.01.2014 14:20 |
nazim tolhildan
|
6. mirov dikare bibêje ku kar û barê xwedemizntiye ye * min heya naha avahîsazek dilnazik ne ditîye.pirraniya wan xweperestin.hinde xwedemezinin ku tirên wan milyon dolaran nayên kirîn * weke hevalê hêja nazim tolhildan aşkere kirî xwe weke kaptanên keştiyan an ji seroken orkestrayan dihesibînin.ez ji peşniyar dikim ku zarokên xwe bikin avahîsaz ji ber ku xwedina beşa avahîsaziye pir hêsan e.ji bîr nekin!endezyariya avahiyan avahîsaziye ji lê avahîsazî tenê avahîsaziye (bnr: hevalên min yên avahîsaz ji hene) : )) |
|
22.01.2014 14:57 |
karmatî
|
7. peyveka pir wate ye.. ji bo endazyarê înşaatê (îng. civil engineer an construction engineer), ji bo mûteahîtan (îng. contractor) û ji bo mîmaran (îng. architect) tê bikaranîn.. lê bi qasê ku dixweyê di tirşikê de bes ji bo mîmaran hatiye bikaranîn.. li gorî min ev bikaranîneke şaş e bêtir dilq û dirûvê mûteahîdê bi peyvê dike.. |
|
22.01.2014 15:59 |
endazer
|
8. (bnr: kompleksa endezyaran li hemberî avahîsazan) |
|
22.01.2014 17:02 |
nazim tolhildan
|
9. (bnr: avahîsazên kurd ên navdar) |
|
24.01.2014 02:56 |
endazer
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |