Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bazîd - tirşik
bazîd
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarek kêleka çiyayÊ gelîdax(çîya agirî) ye alikî bazidê îdire alîkî bazîdê wan e .rojhelata bazîdê dewleta îranêye... .. bazit 70 hezar serjimare. .kela bazîdê ,çela meteor, , keştîya nuh ,çiyayÊ GELÎDAXÊ CİHÊN BAZİDÊ U GEŞTÎYARİN... QEBRA NİVÎSKARÊN KURDAYÎ MEZİN EHMEDE XANÎ BAZÎDÊYE...



21.11.2013 23:09 | sîyabend

2. (bnr: bazîd)



04.12.2013 22:00 | azadixwaz

3. li bajarê îdirê her sal wiha dibêjin "bazîd ê îsal li bajarê agirîyê veqete û bi bajarê îdirê ve girêdayî be". werger a vê hevokê bi turkî wiha ye "peki zeki müren de bizi görecek mi?"



05.12.2013 09:51 | nazim tolhildan

4. bajarêki isaye ku her kes tıştêk dıbejê. xelkê amedê dıbeje bazît, kurdên akedemik dıbêjın bazid, navçêya cinar û agiri da dibêjin doxu bayiz, xelkê wi bajere ji dıbejin bayiz. gotınen mın ra rast nave vi bajarê bayiz ve. çimki xelkê vır çawa dıbêjın gerek wısa buwe.



06.01.2014 20:03 | serhıldan jiyane

5. Bajareke pir sar e.



06.01.2014 20:21 | gulakurdistan

6. NAVÇEYA BAJARê agirÎyÊ ya başÛrÊ KÛRDistanÊ ye.ez yek carek bitenÊ çÛme bazÎdê. heta ku min kifta wi yÊ ebdÎgorÊ Û qazıxa aşxanevanÊ(lokantacı) wÎ nexwaribÛ ez bibÛm aşıqÊ wÎ bi tevÊ xweza wÎ, çîyayÊ ararata wÎ Û tirba ehmedÊ xanÊ wî. kiftÊ ebdÎgorÊ wiha tÊ çÊkirin:

goştÊn sor Û pÎvaz bi keviran baş tÊ perçiqandin Û paşe li hev tÊ gilokkirin Û tÊ avÊtina nav ava kel. ev giloka goştÊ di nav avÊ de kÛ hate xaşandin derdixin Û datînin nav girarÊ(pilav). behskirina wÎ xweşe lÊ mixabin xwarina wÎ wisa nîne. kû hÛn çûn bi wanderan da nebÎ nebÎ win bixwin. divÊ kÛ hÛN ji vÎ aşxanÊ rabÛN jÎ winÊ serÊ mirovÊ jÎ 30 tl biqirmiçÎnin. encam:

herin bazÎdÊ lÊ kiftÊ ebdigorÊ nexwin



06.01.2014 20:35 | por gijik

7. niştecîhên bazîde PIRANÎ CELALÎ NE.



11.01.2014 22:55 | resençiyayî

8. di salên 70yi da ji bo bazîdê digotin moskofa biçûk

diya min behs dikir: di wê wextê da xortên cepgir digihiştin hev û serê êvarê li kolanan da dirusma xwe ya meshur

lenîn rabû, dinya şabû

diavêtin



03.09.2014 08:27 | hejar

9. Bazîd di dîroka wêjeya Kurd de taybetiyeke xwe heye. Di medreseya bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd binav kirine. Lê tirkan navê bajêr weke hemû gund û bajarên Kurdistanê guhertine û kirine doxubeyazît.



Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrêrojavayê Çiyayê agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên qesra Îshaq paşa di navbera herdu bajaran de cîh digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêşket û bajarê kevin hat şemirandin.



15.09.2014 13:41 | xwelî li ser

10. navçeya dema ku cara yekem min dît, bûyereke balkêş anî serê min e. divê ez ji we re jî bêjim ku piçek bikanin.



weke deh salan berê, bawer dikim ku ez hê di lîsê de bûm, di betlaneya havînê de ez çûm bazîdê. armanca min, him dîtina bazîdê, him jî dîtina qesra isheq paşa bû. bi rastî cil û bergêm ku min xwe kiribû, ne weke yên nîştecîhên bazîdê bûn. ez bi şort, tîşort, sewqe û kameraya di destê xwe de weke turîstan dixuyam. ez û meta min a mamoste, em bi tev, pêşiyê qesra îsheq paşayê geriyan, paşê jî vegeriyan bazîdê. dema ku em di rê de dimeşiyan, dengek hate guhê min, min dît ku zarokeke boyaxker û weke 10-12 salî, weke 50 metre dûr ve, bang ji min dike û dibêje "hello turist". deme ku min bala xwe da wî zarokî, ji min re got " i fuck you", ango ez te nim. ez weke 10 çirkan şaş û metel mam. dûv re min hişê xwe anî li serê xwe û min jî, ji wî re got " ezê devê bavê te nim". vê carê jî zarok şaş û metel ma û got ev turîst kurdî çawa dizane*



01.12.2014 12:49 | nazim tolhildan

11. Xelkê wê jê re wek 'bayîzd' dibêjin



01.12.2014 13:00 | mîr


13. navçeya ku ji bajarê xwe navdartir e.

berî heftiyekê çûm wir û bûyer xweş hat serê min.
ji bo daweta hevalekî xwe, çûm wanê. hevalê min jî ji bazîdê bû. min got herim welatê wî jî bimînin. li ogretmenevî ya navçeyê mam. sibeh rabûm, me got em herin derekî taştê bixwin û paşê ji xwe re bigerin. min telefonê de xwaringehek dît ku em dikarin lê taştê bixwin. em ketin rê. lê hê em negihayîn wê derê min dikaneke biçûk dît ku navê wê rojava bû û li ser camê nivîsandibû ku hêkûbacan çêdikin. min got welleh em ê herin vir. em ketin hundir. ciheke gelek biçûk bû. ne ji bo tûrîst murîstan bû.
em li derekî rûniştin û me hêkûbacana xwe xwar. min û jina xwe û zarokan bi kurdî xeber dida. vê yekê bala xwediyê wir kişand û hat ji min pirsî bê ka ji kû me. min jî got ji sêrtê têm û sêrtî me û hatime van deran bimînin. got ser çavan.
paşê dema em rabûn û min xwest ez heqê xwarinê bidim, got willeh û billeh ez perê we nagirim. hûn mêvan in, nabe ku pere bistînim. min hingî li ber xwe jî da, qebûl nekir. min spas kir û ketim erebeya xwe. paşê hat bîra min ku min ji sêrtê hinekî fisteq anîbûn ku dîyarî nasên xwe bikim. hema min yek ji wan fisteqan girt û dîsa çûm dikanê, min da camêr. vê carê mecbûr qebûl kir ji ber ku dîyarî bû. em her dû jî gelek kêfxweş bûn.
neyse paşê me dest bi gera bajarokê kir.


bi qesra îsheq paşa, çiyayê agirî, kufteya abdîgor, qebra ehmedê xanî, çala meteorê û cihê keştiya nuh pêxember, navdar e.
ji xeynî cihê keştiya nuh, min hemûyan jî dît û jê hez kir.
çîyayê agirî bi rastî jî gelek biheybet e û dîmenek xweş e di paşfona navçeyê de. qesra îshaq paşaê gelek xweş e, qebra ehmedê xanî jî hêjayî dîtinê ye. di tabelayên wê de agahiyên bi kurdî jî hene. kufteya abdîgor gelek xweş bû. guh nedin şîroveyên jorîn *
çala meteorê tam di sînora îranê ye. bi rastî jî mezin e. mîna cennet cehennema li mêrsînê ye.



03.10.2018 23:22 ~2018.10.17 23:08 | simurg56

14. bajare ki pir giringe. qebra nivikar ehmede xani, qela ishak pasa u ciyaye agire li vi bajariye.



15.06.2019 17:28 | tomcruise

15. (bnr: ehmedê xanî)
(bnr: qesra îshaq paşa)
(bnr: mihemed celalî)
(bnr: gilîdax)
(bnr: merzel û xerabeyên urartuyan)
(bnr: evdalê zeynikê)
navçeyekî agirîye, bakûra wanê, başûra îdirê, rojavayê rojhelatê û rojhelata agirîyê dimîne. sed hezar zêdetir kes li vir dijîn.
welatê mine



03.08.2021 11:00 ~11:11 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bazîd

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî