1. zaravayê kurdî yê herî mezin, di warê erdnîgarîyê de.. gelek tiştên di jî hene, lê bila heval behs bikin... |
|
25.07.2013 14:23 |
arami
|
2. zaravayek ji nav çar an pênc zaravayên din ên kurdî.. dema meriv lê kûr dibe dibîne ku serê her gundekî devokeka bi serê xwe ya vê zaravayê heye.. lê li gorî zimanzanan di zikê hev de çar devok hene.. botan, bahdÎnî, devoka rojava û kurmanciya xurasan û deylemanê.. gelek kes gazind û lomeyan dikin û dibêjin em ji devoka filan derê fêm nakin lê heçiyê di zikê hev de 10 pirtûkên kurmancî bixwîne bi hêsanî dikare ji her devokeka kurmancî fêm bike û xwe bide fêmkirin.. nifşên nû yên bi vî zaravayê kurdî diaxivin û xwe îfade dikin bi taybetî jî yên li bakurê kurdistanê gelekî zehmetiyan dikişînin.. ji ber ku bi qasê 70-80 salan li bakurê kurdistanê bi destê dewleta tirk zimanê kurdî yanî kurmancÎ û kirdkî hatiye qedexekirin û rê li ber pêşdeçûn û peresîn û geşedana vî zimanî hatiye girtin.. û hîn gelek sedem.. |
|
11.09.2013 17:15 |
endazer
|
3. karên ne fermî. |
|
24.01.2015 18:33 |
dara berrûyê
|
4. Zaraveyeka kurdî ye. ji qazaxistanê heta misir û urdinê hema hema ji her welatê te axaftin. Gava weke kurmanjî te nivisîn pir karîzmatîk dibe. |
|
09.04.2019 20:26 |
cinorek
|
5. Zaravayê Kurdî ye. |
|
10.04.2019 00:38 ~00:42 |
hesinkar
|
6. zimanekî ecêb e. carinan dibêjim rewşa wî pirr xirab e , ji hev ketiye, ne dewlemend e, her ku diçe bêtir xirab dibe lê dema dibînim ku yek pirr xweş diaxife yaw dibêjim di dinyê de ji vî zimanî xweştir ziman tune ye, farisî û fransizî ne tu gû ne. |
|
23.11.2019 01:15 |
ferhenga şikestî
|
7. Zaravaya kurdî ya bingehîn e |
|
31.01.2020 02:00 ~21:54 |
tîrêj zana 21
|
8. Navê rojname / kovareke Kurdî ye, bawerim di qadê de yekemîn be, ji aliyê (bnr: enstîtuya kurdî ya parîsê) hatiye weşandin. Zimanê wê gelek zelal û baş e. |
|
25.04.2020 00:26 ~00:26 |
afa
|
9. Zaravayê kurdî yê ku li bakûrê kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçe ye. Ji ber zimanê serdest ketiye hemû kar û xebatên kurda û bi her hawê xwe di nava wê de ye, bişaftin bi lezeke dijwar didome. Çi ciwan çi kal be hemû kes di vê nêvenga bişaftinê de tê bişaftin. |
|
10.06.2020 01:05 |
tîrêj zana 21
|
10. Zarave ninû zimanek serbixwe ye. |
|
10.06.2020 22:30 |
cinorek
|
11. Ziman ango zaraveyekî Kurdî ye ku bi piranî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê axaftin. Elfabeya wî 90 sal berê, di sala 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan û hevalên wî ve hatiye latînîze kirin. Zimanekî Hind-Ewropî ye. Li Rojavayê Kurdistanê yek ji her du zimanên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Herwiha li Başurê Kurdistanê û Êrmenistanê bi fermî hatiye naskirin. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî zext û astengî heta qedexe her li ser hene. |
|
04.10.2022 08:22 |
michael
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |