Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 80 peyam
narcos - tirşik
narcos
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeke îsal hatiye çêkirin e. bi dîtina ajanekî amerîkî behsa pablo escobarê madeyên narkotîk difroşe dya dike. meriv li temaşekirina wê aciz nabe. pûanê ez didimê 8/10 e.



02.09.2015 01:02 | berxweda

2. yek ji rêzeflîma amerîkayê ye, niha gelek popûler e. mijara flîmê wek li jor jî hatî gotin pablo escobar e, ku weke mîrê eroîn û madeyên hişbirê tê zanîn. dibêjin ji bo xwe germ bike pere şewitandiye *

flîmê de aksiyon, çek, dermance; eroîn, kuştin, police, siyaset û pablo escobar he ye.

nola rêzeflîma breaking bad di vê flîmê de jî ekola lehengê xirab/nebaş/kotî hatiye bikaranîn.

heta niha du sezon derketîye, her sezonekî de 10 beş derdikeve.



01.07.2017 09:49 ~09:51 | xendekî

3. di serê rêzefilîmê de wek focus (bnr: pablo escobar) hat berçav. paşê mijar ji mafyayê guherî bajarên bi mafyaya xwe navûdeng.

di sêyemîn heyamê de li ser kartela caliyê disekine. îca di 10 beşan de behsê têkiliyên vê kartelê, dewletê, polîsan û ezbenî agent pena dike. agent pena ji dea'yê ye (bnr: drug enforcement administration).

bila nebe spoîler lê ji farcê bigire, heta ciayê, her komele di nav vî karî de ne.



07.09.2017 17:30 | wiha wilo wisa

4. rêzefîlma ku mijara wê li ser tevn û tora bazirganiya narkotîkê ye...
du sezonên ewil li ser pablo escobar bû. min her du sezonên ewil di nava çend rojan de xelas kiribû, tevî wê jî digel ku çend meh li ser weşandina sezona sêyem derbas bûye jî min hê devê xwe pê nedaye. nizanim piştî ku pablo çû li ber golikan ji dilê min nayê ku temaşe bikim. li gorî gotegotan sezona sêyem jî gelek xweş e.
yên temaşe kirine ger fikra xwe bêjin em dê kêfxweş bin cergno.



19.12.2017 11:24 | ferhenga şikestî

5. Rêzefîlma li ser jiyana pablo escobar hatiye kişandin ji 3 sezona pêk tê
a ecêb dikarim heta sibehê pesnê rêzefilmê bidim lê min jî du sezon temaşekir * ez jî wekî ferhenga şikestîyê siheta wî xweş.. piştî ku pablo bi tenê ma edî meriv zanibû ku hindakir û qediya min jî nexwest rewşa wî ya xerab bibînim..
(bnr: dîtin û gotin nabe yek)
(bnr: pablo escobar)



05.11.2023 23:42 ~23:55 | shorbevan

6. Tevî hemû xirabiyên Eskobar mirovî bi heyranî li rêzefîlmê temaşe dikir û dawiyê da jî ji bo wî gelek xemgîn bûm. Bi min dawiyeke xweştir heq dikir.



06.11.2023 00:32 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» narcos

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî