Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
nietzsche - tirşik
nietzsche
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê wî friedrich wilhelm nietzsche ye. 15ê kewçêra 1844ê de rocken' prûsyayê xwedê daye.

Nietzsche ku dibêjin fikra wî ya li ser jinan di vê demê de kemiliye, di van salan de jê re gotine "keşeyê biçûk" û di 25 saliya xwe de bûye profesorê fîlolojiyê. Friedrich Nietzsche ku li ser felsefeyê kûr dibe, ji malûlî malnişîn dibe û bi temamî xwe dide nivîsandinê.

Ew bi taybetî di salên xwe yên dawî û piştî mirinê navdar dibe; piştî jiyana 11 salên wekî jiyaneke nebatî di 25'ê gelawêja 1900 'î de jiyana xwe ji dest dide. Friedrich Nietzsche bi peyva "Xweda mir" mirov kişandine nav fikirînê, peyva mirovê raser derxistiye pêş. Nietzsche ku heta niha di gelek anketan de di nav mirovên herî biaqil ên dinyayê de di nav rêzên pêşîn de cih girtiye, ji bo

pirtûka xwe nirxandina, "berhema herî kûr" kiribû. Fîlosofiya wî kartêkirineke mezin li şêweyê

ramana sedsaliya 20'an kir. Bi boçûnên xwe ên felsefî aspektên felsefa Existenz , ango heyînê vala

derxistin.

Felsefa Nitsche li ser rastî û derewan, xêr û şer, reş û spî, di çarçewa sincê de, belavbû û bi taybetî di pirtûka wî de Also sprach Zarathustra (Zerdeşt werr go) de.

Nitsche, di cîhana navnetewî de,

wek fîlosofekî hatiye naskirin, lê wek helbestvan, kêm li derveyî Elmaniya behsa wî bûye. Hêjayî

peyivê ye jî, ko helbestên wî pirr bi raman û bi

giyan ve girêdayî ne.

Pirtûka wî ya also sprach zarathustra, di pûşpera

2007an ji aliyê Muhammed Înal ve hate wergerandin û ji weşanên hîvda bi navê zerdeşt wisa ferman kir bi kurdî derket.



04.07.2014 12:58 | xendekî

2. Fikra wî ya nav û deng."xwedê mir."
Du mirna wî me fêm kir ku xwedê sax e. Nitczche
miri ye.



06.04.2020 02:22 | dilreş

3. Yên ji bîr dikin, qenc dibin.

Xwediyê gotina li jor hatî dayîn. Rast jî gotiye. Ji bo qencbûnê divê mirov, beriya her tiştê, ji bî bike.

Û herwiha (bnr: friedrich nietzsche)



06.04.2020 05:02 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nietzsche

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi niviskarhlbstvn felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî