Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
beranberdan - tirşik
beranberdan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kul û derdê serfiraz hêvî bû.

Mihrîcana dawi ya rêze-mihrîcanên Saledemî yên kurdên zozanan e. Rêzeya kronolojîk wiha ye: serepêz, berxbir, barodan û beranberdan. (Dibe ku xelet jî bizanim :/ yên dizanin bila hişyar bikin jkx)

Beranberdan di nav wan da Mihrîcana herî mezin e. Dawiya havînê an jî payîzê piştî kêmbûna şîrê pêz, bi berdana beranan a di nav birrê miyan de tê pîrozkirin. Keç û xort bi şal û şapikan govendan digirin û payîzokan dibêjin. (Biharê jî serêleyan dibêjin)



15.05.2020 22:47 | xelîl

2. dema ku payîz dihat beran tev li biren mîh an dibin. xwedî ên kerîyên pêz roja ku beranberdanê şivanan re sêv û emîş distendin û sibehê didan şivanan. jinan benden bi derzî ve sev lê derbasdikirin û stûye beranan ve darve dikiriin.hirîya beranan kesk û sor dihatin boyax kirin û berrî nava mihan didan. navbera nîvro û esr da xwarin dihat çekirin û didan zarokan ku xwarinan bo şivanan bibin çolê. ji bo me zarokan rîtûele ke efsaneyî bû.



16.05.2020 02:47 | golikvan

3. (bnr: beran berdan)



16.05.2020 04:15 | mîr

4. Koçerên me gava beranberdanê beran bi boyax û bi rîskan dixemilandin.
pofik çêdikirin û bi avayek mîhrîcanî ew roj bi kêf derbas dikirin.
Here lînkê
***
avistiya pez 5 mehan didome. lowma dema beranberdanê giring e.
ger beriya meha Îlonê beran bên berdan, pez zivistanê dest bi zayinê dikin. ew jî têra xwe bêzar e.
ji ber vê yekê beranberdan bi gelemperî di meha îlon an cotmehê de tê kirin.



24.10.2021 09:13 ~2021.10.25 04:43 | cinorek

5. Mîhrîcana ji ber ku beranên me sal duwanzdeh meh di nava mihan de bûn li ba me qet nehatiye pîroz kirin.



24.10.2021 21:18 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» beranberdan

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî