Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
cilîn - tirşik
cilîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gûndekî girêdayî navçeya Mêrdînê stewrê ye. Gûndekî çîyayî ye. Di berde çemekî xûrt bi navê çemê cilîn diherike. Gundekî kevnare ku navê wê di tomarên osmanîyan de jî derbas dibe. Gund anha ji nêzîkî 200 malî pêktê. Di salên notî de ji ber zext u zordariyên cerdevanên dewleta dagirker gelek malbat bar kirine çune Bismila Amedê bi cîhbune . Anha bi qederê 1000 malê cilînîya li Bismil hene . Cilînî bi Torî daxivin û gelekî welatparêzin. Gûndên cîranê cilîn şûtê,bernişt,ewêna,cirzê ne . Debara cilîn li ser çandinîyê ye û payîzê jî dims, bastîq , benî tên çekirin û firotin. Hin kes jî havînî derin welatê deryaya reş ji bo findiqa .



02.01.2020 01:51 | tîrêj zana 21

2. Gundê ku mirovê wê serhişkin hun yeqîn nakin li zekoyê bismilî gûhdar bikin





14.01.2020 23:11 | tîrêj zana 21

3. Çîroka derbarê vî gundî awhaye
Dibên dema nû cêyran tê gund û gundî nizanin çîye û çav li prîz dikin dibêjin erê weleh mala wan ava çune cihê şujina (derzîya dirêj û stur) me jî çêkirine û dema şujinê dixe qûlikê de rehma xûdê lê dibe ez bawerim anha li gerduna din di tirşikê de vê nivîsê dixwêne



14.01.2020 23:22 | tîrêj zana 21

4. Gundê ku li ser wî gelek mesel û çîrok tên gotin.

Yek ji wan jî ev e: dibêjin Xwedêgiravî serê çêlekeke cilîniyan dikeve den û dernakeve. Xwediyê çêlekê dike nake, difikire nafikire nikare denî ji serê çêleka xwe derxe. Diçe ji gundiyan dipirse, li çareya wê digere. Axir gundiyekî biaqil derdikeve dibêje "serê çêlekê jêkin" û wisa dikin, çêlek ji den derdikeve lê serî tê de dimîne.



14.04.2022 00:35 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cilîn

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî