Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
erxenî - tirşik
erxenî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji bilî navçeyên navenda Amedê navçeya herî mezin a Amedê ye.



05.12.2019 12:30 ~13:49 | kajav

2. Navçeyek welatparêz e lê min hê bijîşkek welatparêz nedîtiye ji erxebîyê. Min çend bijîşk nas kiribin hemû jî an akpyî bûn an jî nepolîtîk. Ji min re bûbû derd.

Carek tê re derbas bûme bi duçerxeyê û kaşa li derketina bajêr tibabek ervazî ye.



05.12.2019 13:33 | simurg56

3. Ez bi xwe ji wir im. Xwedîyê çiyayekî bi hêbet e ku navê çiya "çiya yê miqêm" an "çiya yê hz. Zilkîf" e. Jêre miqêm deştek berfireh heye û heta qerejdaxê diher e. Ev deşta bi "Deşta gewra" tê bi nav kirin. herema jorê miqem çîya ye. Li deştê kurmancî lê li hêla çîya bêtir zazakî tê qise kirin. Li ser miqêm tirba ewlîyaye kî ku bi navê "hz. Zilkîf" heye. Û ji vê sedemê li erxenî bi navê zilkîf gelek tê rast hatin.
Li quntara çîya dîwar û kevirên bermayî têne dîtin. Ku ev bermeyîyên "dêra meryem ana" ye. Qedera hevpar ya vê axê li vir jî hatîye nivîsandin. Ermenî li vir jî hebûyi. Û me bi destê xwe ew wenda kirini. Lêkolînek berfireh li ser vê mijarê hatîye kirin. Pirtûka muslum uzulmez "ergani tarihinin saklı sayfası: ermeniler" di derheqê vê meselê de ye.ji xwe hîn navê gund û hereman ji ermenîyan mane.
Li jêr bajêr "şikeftê hîlarê" hene ku ev şikeftana gelek dîrokî û kevnar e. Ji dema neolîtîk heta niha hatîyi ku deh hezar sal dîroka wê heye. mixabin, lê xwedî nayê derketin.
Meşandina me ya li nava rê bi rastî gelek tê zanîn. Her çiqas bêjin ji ber tunêbûna peyarê ya ye jî nivîskarê me yê hêja kemal varol sedemekê maqûl dîtîye û me ji vê navê xerab xilas kirî ye. Nivîskar di pirtûka xwe ya "jar" de wa dibêje "li navçê zivistan gelek xedar derbas dibû, li peyarê yan cemed û qirê miletêve hestî nehişt ku bişkîne. Miletê ji neçarî xwe dan nava rê û bi vê awayê meşî. Ev tirs her û her li ser wan maye ku her demsalî û li her derî xwe dane nava rê. Û yê der dor timî xirfê xwe bi vê rewşê kir."
Navdarê me stranbêj burhan berken ;nivîskar hesenê metê, kemal varol, muslum uzulmez u hwd.



05.12.2019 13:48 ~13:50 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» erxenî

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî