Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
fatmok - tirşik
fatmok
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi navê xwe yê din "qumrîk". Îro ez bi çîroka vê balindeya dengê wê li serê sibehan bi awayek hewar ango nalînekê li cihên nediyar ji gohên mirovan kêm nabe hesiyam. Çîrokek xweşik e û kêm zêde ev e:

Rojekê ji rojan li welatekê malek hejar hebû. Di vê malê de du xwişk û birayek tevî dê û bavên xwe dijiya. Rojekê biharê evan du xwehan biryar dane tevê birayê xwe biçin berhevkirina kerengan. Her yekê ciherek(tûrek) kiriye pişta xwe û berê xwe dane çol û çiyan. Kerengên ku radikin di cihera xwe de berhev dikin. Ji ber ku ji nav xwişk û birayan de bira biçûk û ezîzê ber dilê wan e dixwazin pêşîn cihera birayê xwe tije bikin. Lê belê haya wan jê nîne ku cihera birayê wanê reben qul e û hemû kereng jê dikeve erdê. Dibe êvar û dibêjin me ciherên xwe bi kerenga tije kir em vegerin mala xwe. Digihên mala xwe û her yek ciherên xwe didin dayika xwe. Lê dayik dema cihera birayê wan vedike tê de kereng mereng nabîne. Dayika wan hêrs dibe û li kurê xwe dixe. Kurê dayikê, birayê xwişkan li wir can dide. Xwişk gelek ber birayê xwe dikevin û ji xwedê dixwazin ku bibin du kevok û her bangê birayê xwe bikin. Dengê wan digihê xwedê û ew dibin du kevokên bedew. navê wan dayn didin "fatmok". ev herdû xwişk her li ser gelî û newalan bangê birayê xwe yê bêmirad dikin "kekooo, kekooo, kekooo!!!".



18.05.2021 13:58 | rizgarm

2. Li alîyê Nisêbînê em ji wan çukan re dibêjin pepûk û çîroka wan jî dişibe çîroka camêrê ku li vir nivîsandîye:
fatmok/133784



18.05.2021 15:20 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» fatmok

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan cand ajal yendin tirsik jiyan cand ajal yendin tirsik jiyan cand ajal yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî