1. Navê markayeka fransî ye. Tiştên cûrbecûr difroşe; Mobîlya, zînet, tûrik û libas. |
|
18.11.2020 10:49 ~10:50 |
cinorek
|
2. Berî 5 hezar salan li misrê Cildirûyek (terzî) bû. Misrî jê re dibêjin hermes tut, (bnr: yewnanî) dibêjin ermîs, trîsmegîste, (bnr: cihû) dibêjin honok, bi (bnr: erebî) jî navê wî hermes-ul-heramîse ye. li gor (bnr: quran)ê ew pêxemberê sêyemîn (bnr: idrîs) e ku piştî (bnr: adem) û (bnr: şît) hatye. |
|
18.11.2020 18:59 |
hespêsor
|
3. Navê Hermes, ew navê ku nivîskarên yûnanistanî, li xwedayê misirî Thût (Thoth) kiriye. Wekî terzîyekî Misirî tê zanîn. Ew di nivîsên Misirî de, weke Thûtî derbas dibe û ew xwedayê zanînê ye. Di jiyana hizirî û piratîkî ya Misirê de, Thût weke dahênerê nivîsê, destpêkkarê bîrkariyê, hosteyê gotinên efsûnî, afrînerê axaftinên çalakiyên xwedayî û weke afrînerê gerdûnê tê dîtin. Yekem mirovê ku bi pênûsê nivîsandiye û cil dirûtine. Rêgezên bingehîn ên felsefe û ola hermetîkê çi ne? Li gorî tewriya hermetîk a gerdûnî, li jora gerdûnê û di qata ezman de, xwedayek mezin heye; ne bi çavan tê dîtin û ne bi aqil tê têgihiştin. Gerdûn bi giştî di bin kontrola wî de ye û di ser ezman û stêrkan re ye. Her wiha cîhana heyberî û her tiştî di nava xwe de digire. Mirov afirandiye û ev xweda bi aqil û zanînê tê naskirin. Hermetîkê, mirov dabeşî heft beşan kiriye û her beşek bi taybetiyên xwe, girêdayî remildankeke felekî ye. Mirov, ji laşekî heyberî û giyanekî paqij ku aqil jê der tê pêk tê. Ew her tim di nava nakokiyan de, bi daxwazên xwe re dijî, ew jî ji ber hebûna laş e. Ji bo dawîlêanîna van nakokiyan, Hermes, aqilê giştî xist navbera xweda û mirov, da ku rêya rast, bipejirîne. Di tewriya Hermetîkê de, mirov hebûneke ji heft astan, pêk tê: |
|
20.05.2021 14:57 ~14:58 |
sitî cp
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |