Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
otoasîmîlasyon - tirşik
otoasîmîlasyon
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. asîmîlasyona xwe bi xwe. rewşa niha kurd tê de ne.

êdî kurd kurdan asîmîle dike..



30.11.2017 22:29 | berxweda

2. Gava kurd tên ba hev diçin qehwexanê tiştên beredayî çêdikin. Xeberên hema bi kurdî jî bibe bêkalîte dikin. Û em behsa ewana dikin ji aliyê mirovên ku mêjiyê wan asîmîle bûye ve tên gotin ku qafên xwe xwarine paranoyak in, qehwexaneye lawo qehwexaneye, kurdî divê li her dera jiyanê bê. Otoasîmîlasyon ev e biya min.

Vêga herin derkevin li kolanên batmanê bigerin her der qehwexaneye her kurdek li wan deran her ro diçe xwe asîmîle dike.

Vêga ez weke navê xwe dizanim hinek heme bibêjin beredayî jî xeber bidin bila bidin. Jixwe ev der derek berefayiye. Bi xwberdanên kurdî bibe te çi jê ye?

Ew qas hêsan nîn e. Em ne paranoyak in, serên xwe jî nexwarine. Hawîrên medyaya civakî jî tê de kurd gava tên ba hev bi tiştên beredayîyê re xwe asîmîle dikin.

Ez ji xwe mînak bidim. Heta îro hevalek min ê kurd nebûye ku bigotiye em herin pirtûkxanê. Behsa kitêban nekirin e. Behsa dîroka kurda, dîroka îslamî nekirine. Hevalek zana nedîtiye. Bi rastî ji tirşikê hinek umîdwar bûm ew jî hêviya min şikand. Hema mijarek beredayî jî bê yekî nîne ku bikalîte tiştan binivîse.

Hevalên min yên tirk ji yên kurdan zehftir e û cûrbicûr in. Behsa kitêban jî dikin hene, behsa fitbolê jî dikin hene. Mirovên beredayî xeber didin hene, giran jî xeber didn hene. Ji wana hene. Ê kurd nîne an jî gelek gelek kêm in.

Yaw arkadaş heme behsa fîlmekî jî bê bila bi kurdiyek bikalîte bê yaw.

Lûksa me nîn e ku em tiştên beredayî bikin nîn e nîn e. Gava em qala tiştên beredayî jî bikin û bi tiştên beredayî re jî mijûl bibin divê ked bidin, bilalîte bikin. Hema tweetek jî bibe.

Wellehî ev tişteke zehf muhîm e. Ji bona vê yekê zehf tiştan dinivîsim li ser vê mijarê de.

Mesela kurd berî niha li batmanê diçûn qehwexanê kurdî xeber didan îro here eger bîbîne ku komek kurdî diaxive here destên wana maç bike û bake min ez jî werim. Mebêje qahwexaneye jixwe, ma tu paranoyakî. Nifirên kurdî jî nemaye ku navenda nifirên kurdî qahwexaneyên heram bû.

Madem ku modayek li ser kurdî heye. Em dikarin wê modayê bixin ser riya geş kirina nivîskarên kurdî. Nivîskarên ku hewes dikin di medyaya civakî de helbest dinivîsînin giş çendekek pişt re winda dibin, namînin. Lê hema peyamek jî be her kesek binivîse, nîşan bide ku kurdî zimanê jiyanê ye jî baş e. Helwestek qenc pêwîst e. Helwest qenc bê bi demê re encamên baş jî bi xwe re bibîne. Lê mirov tewizî bê, bêje twitter e, qehwexaneye, bar e, cafe ye, bazar e, meyxane ye, pirtûkxaneye... Cihek namîne. Insanek namîne. Jixwe ziman asîmîle bûye, mêjî jî asîmîle dibin vê rojan de



01.12.2017 00:37 | rûbar

3. li ser vê mijarê bircan birol belgefîlmek amade kiriye. ew bixwe her çiqas li tirkiyê hatibê dinê jî li îngilîstanê mezin bûye û ji bo zimanê xwe yê dayîkê hîn bibe dest bi xebatên şexsî kiriye:



19.01.2021 14:07 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» otoasîmîlasyon

Kategoriyên mijarê:: ziman psikoloji ziman psikoloji ziman psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî