Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
sergirtî - tirşik
sergirtî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bo jînên (bnr: pêçayî) tê gotin. Sergirtî, ji ber ku serê wana bi laçik, yazme vs va girêdayî ye..

cîya min bûye bela serê min : )

(bnr: kurê min were em ê te ra yeke sergirtî, xayî eşîr, qur'anxûn, ehilnamûs bixazin, xwe ra bizewice, xwe bide ber mala xwe..)



24.10.2017 12:56 | bûtîmar

2. Di Toreya Kurdî de jin û mêrê Kurd, serê xwe digirin.
Di berhemên Kurdî yên Klasîkên Kurmancî de zêdetir peyva SERPOŞê hatiye bikaranîn.
Ew sergirtin jî bi çend navên cuda hatine binavkirin.
Ji bo sergirtina mêran: ŞAŞik, TilM, KUM, KOLOS, EGAL, KESK û ŞEWQE têne gotin.
Ji bo sergirtina jinan: ŞAR, ÇARiK, LAÇiK, TERHÎ, TEMEZÎ, KUM û KOFÎ têne gotin.
Ji bo sergirtina mêran:
ŞAŞik: Tenê mele û şêx didin serê xwe. Bi piranî regê şaşê sipî ye û taybetmendiyeke wê di girêdanê de jî heye.
TilM: Kesên ku bûne hecî, didin serê xwe. Rengê wê, zer û spî têkil e.
KUM: Her mêr dide serê xwe. Ji hirî, liba û pembû çêdibe. Reng jê re nayê hilbijartin.
KOLOS: Kesên mîr, axa, maqûl didin serê xwe. Li gor herêmên Kurdistanê navê kolosan tê guhertin, weke kolosê Xerzanî, Kolosê Botanî, Kolosê Serhedî…
EGAL: Şaşika sofiyan e û rengê wê reş û qehweyî ye.
KESK: Şaşika seyidan e, rengê wê kesk e.
ŞEWQE: Di Sedsala Bîstî de bi navê ”medeniyet”ê derketiye.
Serpoşek jî heye ku ji kulav çêdibe û lê bîçimeke taybet heye, ew wergirtineke mêjûyî ya kurdî ye.
Ji bo sergirtina jinan:
ŞAR: Weke çarikê ye, zêdetir bûk didin serê xwe. Hin stranên folklorî jî bi navê ŞARÊ… hene.
ÇARiK: Ji pembû hatiye çêkirin, rengê wê sipî ye û pir tenik e, hin caran bi çivîtê reng dikin. Çivît/mê. tozeke şîn e ku pîrek çarika xwe pê şîn dikin.
LAÇiK: Bi piranî bi keviyên wê ve morîk, pelik û tentene hene. Jinên ciwan didin serê xwe.
TERHÎ: Çarik e, lê zêdetir li Herêma Xerzanê tê bikaranîn.
TEMEZÎ: Bi taybetî keça ku hêj mêr nekiriye dide serê xwe. Gelek rengên temeziyê yên cuda hene.
KUM: Weke elbikan ji textikê pir tenik çêbûye û bi temeziyên rengîn tê dorpêçkirin. Tenê bûk û jinên ciwan didin serê xwe.
KOFÎ: Her mînaye KUMê jinên ciwan e, tenê jinên navsere û pîr didin serê xwe. Li hawîdorê wê rengên zêde ên temeziyan nînin. Kofî ji KUMê ciwanan dirêjtir e. Rûmeta jinên bi kofî zêde heye.
SERQOT: Kesê ku tiştek nade serê xwe, jê re tê gotin.



17.01.2021 21:14 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sergirtî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv jiyan tekili cand zimanpeyv jiyan tekili cand zimanpeyv jiyan tekili cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî