Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
spd - tirşik
spd
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kurteya shimano pedaling dynamics e. sîstema qifilkirina pedal û pêlavan e.
du duçerceyan de (bîsîklet) bi saya van pedalan û pêlavên ku li gorî van pedalan hatine çêkirin, dema mirov lingê xwe dêtîne ser pedal, pêlav û pedal hev û din digirin û ên qifilkirin. cara ewil ji alitê fîrmaya japonî, shimano ve di sala 1990an de hatiye îlankirin. piştî shîmano, gelek markayên din jî sîstemên wisa çêkirine. hê jî ya herî popûler, ya shimano ye. gelek kes, ji bo van pedalên qifilkirî, dibêjin spd lê ya rastî spd tenê navê pedalên qifilkirî ya shimano ye. navê vê sîstemê clipless pedal e.

du cûreyên wê hene. yek ji bo duçerxeyên çîyê (mtb) ye ya din jî ji bo duçerxeyên rê (road bike) ye.
pedala ji bo mtb'yan wisa ye: Here lînkê
pêlava ji bo vê pedalê: Here lînkê

pedala ji bo duçerxeyên rê: Here lînkê
pêlava ji bo duçerxeyên rê: Here lînkê

her wiha hinek pedal jî hene ku alîyekî wan spd ye alê din normal pedala platform e. bi vî awayî mirov dikare hem bi pêlavên normal him jî bi pêlavên spd, bi kar bîne.
di sîstema spd'ya ji duçerxeyên rê de, aparata ku dikeve binê pêlavê, ji pêlavê derdikeve der. loma mirov nikare bi vê pêlavê, li erdê bigere. lê aparata pêlavên mtbê de, aparat di nav çalekî de ye û loma dema mirov ji duçerxeyê peya dibe, dikare bi vê pêlavê bigere jî. lê tabî ji ber ku binê van pêlavan gelekî hişk in (ji bo performansê) mîna pêlavên din yên sporê, ne rihet in.

ji bo ku mirov lingê xwe ji pedalê xelas bike, divê berî sekinandina duçerxeyê, serê lingê xwe ber bi duçerxeyê ve bizivirîne û evqas. dema we wisa kir, lingê we ji pedalê azad dibe.

avantajên vê sîstemê:
1- lingê we tu carê li ser pedalê naşemite
2- ji xeynî dehfdana pedalê, êdî dema we lingê xwe kişand jî hûn dikarin pedalê bikişînin. bi saya vê yekê performans zêde dibe.
3- ji ber ku cihê pêlavê qifilkirî ye, lingê we her tim ji cihê xwe yê rast pêl li pedalê dike. bi vî awayî dîsa performans zêdetir dibe.
4- ji ber ku hûn dikarin bi kişandinê jî pedalê bizivirînin, hinek masûlkeyên dîtir jî tevlî sporê dibin.

dezavantajên wê:
1- heta mirov hîn dibe, heye ku çend caran bikeve erdê.

hinek mirov jê ditirsin ku dema tevlî qezayekê bibin, pêlav duçerxeyê bernede û lingê wan biêşe. lê tiştekî wisa tune. dema hûn ketin, lingê we jixweber jê derdikeve.
ev bi qasê mehekî ye ez van pedalên spd yê mtbê bi kar tînim. heta niha neketime lê belî nabe. hinekî tê derdixim ku performansa min zêde bûye lê belkî psîkolojîk be jî. dîsa jî ne poşman im.



15.06.2019 19:00 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» spd

Kategoriyên mijarê:: spor spor spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî