19. ji bo evînekê platonik helbestek nivîsandiye. ez zahf jê hezdikim.
trên,
wek marekî bazdida,
kinkin û kifkif dikir.
bêhna jivana evîndaran,
bêhna payizê û helbestan,
bêhna baranê ji şevê hildifûrî.
got: ?navê min beate ye.?
bêdeng mam,
ew jî bêdeng.
cigareyek derxist,
min jê re vêxist.
bere-bere,
di nav tiliyên wê re
cigare hêdî-hêdî dibû xwelî.
bere-bere,
di nav lêvên wê re
di xeyalên xwe de
bûm cigare bo nav lêvên wê.
xilmaş bû,
destê xwe yê bi tiliyên pembeyî,
mîna nameyeke nihênî
bi plana kudetayekê* be,
xist nav destê min.
serê wê, wek helbestekê,
xwe hêdî-hêdî xwar kir
û milê min jî wek deftereke
li benda helbestekê xwe da ber.
kete xewê,
ta sibê xewê ew bir.
ez jî, mîna bazirganekî
ji geştekê vegeriyayî,
bi dirêjahiya şeva sar
ketim jimartina zêr û zîvên
ristika xewnên wê.
sibê
dema trêna fêgirtî* sekinî
û serê min da himêza pragê*,
beate, şabanûya razayî,
hat ser hişê xwe û got:
- guten morgen!*
- guten morgen!
çanteyê xwe hilgirt û peya bû.
ne navnîşan ji min re hişt,
ne jî xatir ji min xwest!
ax, beate!
xwezî, sed xwezî, min bizaniya
ka bi dirêjiya şevê
serê te li ser milê kê bû,
ka kî şahsiwar
mêvanê xewnên te bû!
ax, beate!
xwezî, sed xwezî, min bizaniya!
22.8.1977 prag
* kudeta: darbeya leşkerî
* fê: teb, serh, epîlepsî
* prag: paytextê komara çekî
* guten morgen: rojbaş
|