23. Taybetmendiya ku divê heya radeyekî serbest be. Weke mînak jêbirina hemû peyaman a nivîskarekî divê qedexe be. Lewra di ferhengên înteraktîf de peyam raste rast nebe jî bi hev re eleqedar in. Lê dema peyam bên jêbirin ahengî û fehma hin mijara xera dibe û diguhere. Heke ew peyama hatiye jêbirin, peyama sereka a mijarê be, yekcar wateya mijarê namîne. Wekî din jî bi jêbirina peyaman bnr û vbnryên hatine dayîn li valahîyê dimînin. Ji ber vê jî têkiliya mijaran bi hev qut dibe. Yanê nivîskar nikare bêje " peyama min e, kengî bixwazim ezê jê bibim". Belê peyam ya nivîskar e. Lê ji ber peyama nivîskar gelek peyamên pê ve girêdayî tên nivîsîn. Dema li ser peyamê bi dehan peyam werin nivîsîn û paşê nivîskar rabe peyama xwe jê bibe, li nivîskarên din neheqî dibe. Herweha jêbirina peyaman bi awayek sîstematîk, qirkirin û bêkokkirina tirşikê ye. |
|
21.11.2021 00:27 |
tîrêj zana 21
|