1. li nav axa başûrê kurdistanê navê herêmekî ye. Nêzî sînorê bakurê kurdistanê ye. Çîroka navê Heftenîn pir ecêv e, li gorî gotinên bav û kalên me Heftenînê navê xwe piştî şerekî standiye. tenûn, li bakurê Kurdistanê zozana eşîra sindiyan bû. Sindî eşîrek başûrî ye. Havînan êla Sindiyan tên Tenûn û zomên xwe li wir didanin, konên xwe li vir vedidin û pezê xwe li vir diçêrînin. Ango Tenun, dibû havîngeha Sindiyan. Salekê, dema eşîra Sindiyan dîsa berê xwe dide zozanên Tenûnê, eşîra goyiyan derdikeve pêşiya wan. Goyî bi sedan mêrên xwe ve pêşiya Sindiyan digirin. Destûra Sindiyan nadin ku biçin zozanên Tenûnê. Li ser vê yekê Goyî û Sindî dikevin hev. Di nav her du eşîran de şerekî mezin derdikeve. Di vî şerê de mêrên hev dikujin, xwînên hev diherikînên û li bedenan birînên xedar vedikin. |
|
01.01.2014 23:30 |
endazer
|