143. ya rebbî ya xaliq! bi zorê devê min vedike. kuro kerê çolê, te benê xwe qetandiye? her cara ku benê xwe diqedînî neye li vir nenivîse. min reşik meşik nedaye te. tenezûl jî nakim. tu hê zarokê duh na pêr î. ger reşik bidim te, divê bidim hemû peyamên te. lê ew qas zemanê min jî tuneye. kê reşik daye te here dewa xwe ji wî re bibîne. yê ji te aciz ez tenê nînim. ev yek. |
|
16.10.2016 15:53 |
nazim tolhildan
|
136. dema ku navê xwe li alyê çepê di nav mijaran de dibînim, bi tirs pêl navê xwe dikim û dibêjim "gelo dîsa kê çi dibêje, kîjan niqaşeke mijareke din anîn û di bin navê min de berdewam dikin". |
|
24.09.2016 16:15 |
nazim tolhildan
|
133. nivîskarê ku ji ber peyama li jor a hozan serhad pir kêfxweş bûye. spas ji te re kek serhad. lê zehmet neke. înşellah rojekê di civînekê de tu yê masîyên şor bînî, ezê jî rîçala bacanê reş bînim û emên bi hev re tev bixwin* |
|
26.05.2016 12:15 ~12:16 |
nazim tolhildan
|
128. nivîskarê ku ji ber baran a çepikan şerm kir û neçar offline bû* |
|
04.04.2016 12:40 |
nazim tolhildan
|
125. (bnr: bizina ku ecela wê tê, nanê şivîn dixwe) |
|
20.11.2015 01:13 |
nazim tolhildan
|
119. nivîskarekî reben e, hema çi bû ku tiştek li ber devê xwe revand, bi xafilî tiştek got û hemû gelê azerî sûçdar kir. lê endazerê me qet vê fersendê direvîne* bavo piçek însaf bikin. qet nebe bila kıznaz xanim nebihîze. yoxsa meni indî öldürebiler balam* |
|
10.09.2015 13:42 |
nazim tolhildan
|
113. nivîskarê ku di hdp'ê de, ji bo hilbijartina giştî a 2015'an, li îdir'ê xebatan dimeşîne, ji ber wê heya 7'ê hezîranê nikare binivîse. |
|
04.05.2015 11:33 |
nazim tolhildan
|
101. fikrên mirov çi dibe bila bibe, divê mirov bi her avayî dijûn û heqeretan dûr bikeve. ev du rojin niqaşên di tirşikê de diqewimin gav bi gav kesayeta mirov xera dike. heqeretek nema ji min re nehat kirin. ker, ehmeq, kerê bêmêjî, kerê neehmeq, kole û hwd. lê min qet di peyemeke xwe de heqeretek nekir. û di aliyê îdeolojiyan de jî min tiştek negot. tenê min got ku fikrên xwe bê heqeret diyar bikin. lê ez her çiqas bêjim heqeretan nekin jî wan qat bi qat zêde berdewam kir. li vir şûn de, an divê ez jî bibim hevalê wan û ji wan jî zêdetir heqeretan bikim, an jî divê ez mala xwe bar bikim û ji tirşikê dûr bikevim. min hêvî dikir ku hemû tirşikvanan, sempatîzanan û dijberan jî heq bidim min û wan heqeretên di tirşikê de lanet bikin. lê mixabin yek ji min re dibêje "format heval", yê din dibêje "neheqiyê neke, me bersivên wan da", yekî dinê dest bi qala êrîşên sempatîzanên pkk bike, yekî din ê bêje "yaw temam bes". erê hin nivîskaran bersiv dan lê bi avayekî sivik. hinekan jî fêhm nekir ku mesele ne dijber bûn, an jî ne sempatîzan bûn e. mesele heqeret e. yanê ya ez dibêjim ewe ku, kesekî li hember heqeretan helwesteke xurt nîşan neda. helwesta tirşikvanan, moderatoran, sempatîzanan û dijberan, rê ya heqeretan vekirin pêştir tiştek nîne. samîmiyeta kesî bawer nakim. di vê rewşê de ez jî hez nakim ku şêwaza ku li hember kesên ku ji min re heqeretan dikin xera bikim. ji ber ku dawiya van niqaşên qirêj tuneye. ger wisa bikim, demeke kurt şûn de ezê bibînim ku karaktera min jî xera bûye. |
|
05.04.2015 20:57 |
nazim tolhildan
|
97. Nivîskarê ku ev çi qiyamete li ser wî dimeşe nizanim. min biborînin, lê ezê neçar dîsa peyameke dirêj binivîsim. Ev qiyamet, li ser reaksiyona min a li hember peyama cinorek a derheqa hdp'ê de dest pê kir. cinorek peyama xwe de çi gotibû? weke gelek dijberên pkk'ê dîsa dest bi heqeretan kir û ji hdp'ê re got hundred percent partiya gû. ango sedî sed partiya gû. ev çi şewaze û ev çi dijberiye nizanim. min dixwest ku ew dijberên pkk'ê ên din bihatana û bigotana "kuro cinoreko ev gotina te tişteke şaş e, wiha dijberî nabe". lê wan çi kir? hema li ser min ve hatin. li ser de ne yek ne dudo, hemû bûn yek û bi hev re bi kompleksa xwekêmdînê ve êriş dane min. xwedê ji we razî be. bi vî avayî helwesta we diyar dibe. armanca we, diyarkirina şaşiyan bûya û jixwe ya insaniyetî û wijdanî ew bû, we yê cinorek rexne bikira. lê niyet û armanca we diyarkirina şaşiyan nîne, tenê dixwazin ku di kesayeta nazim tolhildan de sempatîzanan bêrûmet bikin. spas ji we re... |
|
05.04.2015 12:04 ~12:12 |
nazim tolhildan
|
95. armanca min tenê diyarkirina heqeretên cinorek bû. dema ku cinorek ji hdp'ê re dibêje "sedî sed partiya gû" pirsgirêk tuneye. lê dema ku ez şaşiyên wî tînim ziman dibim ulkucuyê partiye. |
|
04.04.2015 17:44 |
nazim tolhildan
|
89. Nameyeke ku di tê de xêncî ruhê eşmeye ti tişteke nû tuneye. hema bêje hemû gotinên Öcalan ên di vê nameye de, jixwe li dolmabahçeyê bi devê sırrı süreyya önder ve dîsa weke gotinên Öcalan hatibû gotin. Yanê ev namê tenê dubare kirina wan gotinan bû. Heta ev name eşkerekirina armanca pêvajoya çareseriyê a li ser pkk’ê bû. Yanê bi tirkî “malumun ilanı” bû. Jixwe armanc di dawiyê de di şert û mercên erênî de sîleh berdana pkk’ê nîbû??? |
|
23.03.2015 12:11 |
nazim tolhildan
|
83. rastê, li hember hemû reşkirinên dijî pkkê heya ji destê min tê berê xwe didim. ger tu bêjî ku ev tiş hemû tiliyan di qûna xwe hîs kirine, wê demê gotinên min xilas dibe. tişteke ku ez ji te re niqaş bikim nemaye. xwedê te bihêle. |
|
17.01.2015 21:12 |
nazim tolhildan
|
74. XWEDÊ HEZ BİKE, DEWATA MİN Ê, Dİ 11Ê COTMEHÊ DE Lİ STENBOLÊ Û Dİ 18Ê COTMEHÊ DE Lİ ÎDİRÊ BİBE. li vir gazî hemû tirşikvanan dikim; yên ku bikaribin werin bila li ser serê min, li ser çavên min werin. deriyê mala min, her dem ji her kesî re vekiriye. ** |
|
16.09.2014 18:28 |
nazim tolhildan
|
67. nivîskarê ku dergistiya wî tirk nîne, kurdê dêrsîmê ye. |
|
07.07.2014 11:09 |
nazim tolhildan
|
63. ev çawa peyam e, bi xwedÊ EZ Dİ CÎHÊ XWE DE QEFİLÎM. KARMATÎ AVA KEL Lİ SER SERÊ MİN DE RİJAND. dema ku yek misilmanîyê rexne bike hûn ê bi vî avayî bersiv bidin. eyb e, şerm e...bila deynê stûyê min be, ez êdî misilmaniyê rexne nakim. |
|
20.06.2014 10:09 |
nazim tolhildan
|
60. qet nayê bîra min ku demekê an jî cîhekî behsa moderntî ya xwe kiriye. min di emrê xwe de qet carekî negotiye ez mirovekî modern im. min di derbarê misilmanî û qur'anê de fikrên xwe yên taybet diyar kir, bi ser de ne carekî ne du caran, dibe kû deh caran. lê dîsa jî hê nehatiye fêhm kirin. xuyaye ku hezar caran bêjim jî yê pere neke. tişta ku min kir, piçek parastina moderîzmê bû. parastina min a modernîzmê, min nake modern. karmatî bila nivîseke min a min di tê de qala moderntîya xwe kiriye nîşanî min û hemû nivîskaran bide, soz didim ku ezê edî tixûba xwe bizanibim û dengê xwe bibirim. |
|
19.06.2014 17:36 |
nazim tolhildan
|
50. (bnr:cinorek/34880) |
|
15.04.2014 19:58 |
nazim tolhildan
|
41. em werin di mijara tolhildanê ya bi devê endazer de bûye benîşt. bi rastî, şibîna tolhildan û Öcalan tişteke bi tesadûf e. heta brusk56 ferq kir û kire bela serê min, ez jî ferqa vê şibînê nîbûm. nazim tolhildan ji bo min naveke pir hêja û girîng e. tolhildan bi tenê an jî şibîna Öcalan ji bo min bê maneye. lê ji bo endazerê magazînperwer pir girîng e. |
|
06.04.2014 12:58 |
nazim tolhildan
|
40. nivîskarê ku di peyameke xwe de bi tirkî fikirî û bi tirkî got, raste, lê ne eyb e. ya ez dizanim ewe ku; eger tu tiştekî rast bêjî,cureya zimanê te, rastbûn û hêjayî ya gotina te venaşêre. bi tirkî be jî, bi kurdî be jî, bi erebî be jî û nizanim zimanê kîjan mirovxwera ve jî gotinên rast, rast e. yanî armanca eşkerekirina bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotina min çî ye, nizanim. dibe ku armanc bê îtîbar kirina min e. yê ku dizanê bila xêra mirîyên xwe ji min re diyar bike. li ser de bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotin, bi kertî fikirîn û bi kurdî gotinê çêtir e. |
|
06.04.2014 12:49 |
nazim tolhildan
|
32. nivîskarê ku çend carê diyar dike ku ne sempatîzan ne jî murîdê öcalan nîne. di vê peyama xwe de jî fikirên xwe bi kurtasî diyar kirîye. (bnr:nazim tolhildan/26998). |
|
17.03.2014 00:49 |
nazim tolhildan
|
30. (bnr:cinorek/30815) |
|
13.03.2014 09:07 |
nazim tolhildan
|
25. (bnr:22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê/29977) |
|
08.03.2014 19:51 ~2015.10.30 14:24 |
nazim tolhildan
|
23. nivîskarê ku, ferq kirîye ku êdî tiştek di destê dijberan de nemaye ku ji wî re niqaşan bikin e. xuyaye ku dijberên belengaz bi mecburî, bi çar destan ve xwe peyvên wek nezanî û xeşîmî ye ve digrin. bi van peyvên pûç ve êrîş didin nazim tolhildan. lê belê, ne ev peyvên pûç, ne jî şêwaza wan ya genî nikare wan bifilitîne. ew nikarin li hemberî têkoşîna kurdên welatparêz bisekinin, ji ber ku dewleteke wek dewleta tirk jî di vê armancê de serkeftî nebûye. ewê him bi hemû mafên pkk bi xwîna xwe ve bi dest xistîye ve lotikan biavêjin, him jî çavên xwe kor bikin û welatparêzan re dijmintîyê dikin. ev yeka yê zora xwedê jî biçe û hûnê xwe di tûk a xwe de bifetisin. |
|
23.02.2014 14:49 |
nazim tolhildan
|
20. Nivîskarê ku endazer jê re bûye dijber e. Dijberîya endazer ya li hemberî wî, dijberîya endazer ya li hemberî pkkê jî derbas bûye. Heta, ger nazim tolhildan bibêje xwedê yek e, ewê bibêje heşa. Ger nazim tolhildan bibêje pexemberê me hz. Mihemed e, yê dîsa bibêje heşa. |
|
23.02.2014 12:29 |
nazim tolhildan
|
16. rebenê ku, mixabin, bi rastî pirsa endazer hatîye ye. bi sêrî de bêjim; ez ne mûrîd ne jî mûbtelayê Öcalan im. ev pirsa wî ji min pirsîye, peyv bi peyv çekdar jî pirsîye. xuyaye ku armanca wî dîsa polemik e. li gorî min, endazer bi xwe ne hêjaye ku ez bersiva wî bidim. lê bi ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwandevanan, ezê bersiva wî bidim. |
|
21.02.2014 12:01 |
nazim tolhildan
|
14. mon oncle: navê fîlmeke derhêner û lîstikvan jacques tati ye. ev fîlm, ji bo derhêner, fîlm a wî ya bireng a yekemîn e. wergera fîlmê bi kurdî "apê min" e. wek hemû fîlmên wî yên din, jacques tati, di vê fîlmê de jî nûjenparêzîyê* rexne dike. di vê fîlmê de peyivîn hema bêje tuneye û wek sînemaya bêdeng e. derhêner, bi vê fîlmê ve, dixwaze ku sarbûna teknolojîya nûjen * nîşanî temaşevanan bike. derheqa rexnekirina nûjenparêzîyê de, fîlmeke gelek serkeftî ye. xêncî fîlmên charlie chaplin mînakên ev qas serkeftî tuneye. lê fîlmên jacques tati, li gorî fîlmên Charlie Chaplin, piçek zêdetir sembolîk e. ger tu destpêka felsefeya nûjenparêzîyê nizanibî, tu vê fîlmê nikarî fêhm bikî. ji ber ku hemû sehneyên fîlmê û bûyerên di fîlmê de pêk te, sembolîkin. mon oncle, di dîroka sînemayê de di dereke girîng de bi cîh bûye. ji bo hemû fikir, raman, pirtûk, tez, îdîa û xebatên dijî nûjenparêzîyê, çavkanî û mînakeke girîng e. |
|
19.02.2014 18:25 |
nazim tolhildan
|
8. nivîskarê ku wiha difikire: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a hatip dicle, bdp, û pkkê yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare. |
|
13.02.2014 11:07 |
nazim tolhildan
|
6. nivîskarê ku dûv peyamên brusk56 û simurg56 ve biryara vegerandinê daye ye. |
|
12.02.2014 15:27 |
nazim tolhildan
|