44. li amedê hama bêje herkes ewî camêrî nas dike. di nava romanûsên kurdan de ez dibêjim qey bi tenê memed uzun ji hêla hemî kesan ve tê naskirin lê ez îddîa dikim nivî hejêkerên memed uzun nizanin ku memed ya rastî romanên xwe bi kurdî nivîsîne. kî bawer neke bila here li sûkê û ankêt çêke |
|
25.11.2019 18:27 |
ferhenga şikestî
|
37. Nayê bîra min, min kêngî gotiye bi saya hevalbendiya yaşar kemal di dinyayê de bûye navdar... Lê ger min gotibe jî min kêm gotiye ezê lê zêde bikim; memed uzun cihê xwe tim li cem nivîskarên tirk ên navdar xweş dikir, kesên wek yaşar kemal, orhan pamuk, zülfü livaneli hwd hevalên wî bûn, ha hûn ê bêjin ma çi qebhet heye di vê yekê de, helbet nîn e, jixwe mesele jî ne ew e, memed uzun wexta romanên xwe dinivîse ji şêwaza tûj a kurdeweriyê her dûr disekine loma di romana wî ya ronî mîna evînê tarî mîna mirinê de mekan nîn e, digel vê yekê jî ji hela dozgêr ve di derheqê wê romanê de doz tê vekirin, memed uzun di kitêba xwe ya nar çiçekleri de behsa vê meselê dike û dibêje hakîm ji min pirsî û got tu behsa welatê çiyayî dikî behsa gerileyan dikî felan lê bes memed uzun di parastina xwe de dibêje ne xêr, ew mekaneke farazî ye, mesela fîlîstîniyek romana min bixwîne dibêje qey mekan fîlîstîn e, çeçenek bixwîne dibêje qey çeçenistan e (binêrin mînakan dide lê ji kurdan û ji kurdistanê ji tirsa mînak nade) |
|
16.05.2016 09:26 ~09:28 |
ferhenga şikestî
|
18. gava ku vî camÊrî dixwînim dibêm qey dengbÊjekî bi dengÊ xwe yÊ zîz ji min re kilamekê kevnar distre. jixwe kes nikare bibêje ku zimanÊ kurdiyÊ ew afirandiye lÊ ya girîng ew e ku kes jî mîna wî xizmetekÊ wisa baş hÊ nekiriye |
|
14.01.2014 12:42 |
ferhenga şikestî
|