Tirşik - Profîl
tirşik-profîla wiha wilo wisa

profîla "wiha wilo wisa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêviyên ji sala 2016an] de;

1. piştî ewqas (bnr: hêviyên şikestî) meriv nizane çi tiştî hêvî bike. ango li hêviya kê û kî be. hêviyên geş li gorî rewşa niha ya takekesî kêm in. her wiha welêt jî di nav xerabî, xwîn û zivistanê ye. da ku em hêvî bikin pir kêm sebebên me hene. lê dîsa jî tê zanîn jiyan bêhêvî derbas nabe. mirovatî kengê di nav kaos, zehmetî, birçîtî û kambariyê be jî dizane hêvîdar be û em jî wê wisa bikin.



belê, em ê çawa hêvî bikin? pirsa giran û bêbersiv ew e. çawaniya pirsê ewqas giran e, hinek caran derbasî aliyê eksîstensîyalizmê dibe. yanê rewş ewqas nexweş e. belaya welat, belaya evîndarê, belaya kesayetî û belaya qurrederê... hejmêre, naqede. neyse, piştî em dizanin em ê çawanê hêvî bikin em lê binêrin em çi hêvî bikin.



gava we peyda kir hûn ê çi hêvî bikin gazî min jî bikin û ez jî beşdar we bim.



30.12.2015 16:50 | wiha wilo wisa