Tirşik - Profîl
tirşik-profîla wiha wilo wisa

profîla "wiha wilo wisa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerîf mardîn] de;

1. mamoste, alim, civaknas, akademîsyen û zanistekî mezin bû. îro di temenê 90ê de dest ji jiyana xwe kêşa.

haya wî camêrî ji civaka tirkiyeyê hebû. wî dizanî ew çawa ye, dişibe çi, bi kîjan motîvasyonê bertekekî nîşan dide bûyeran û dengê xwe çima bilind dike/nake. ji ber vê jî gelek biwêj afirandin. ya herî zêde binavûdeng jî (bnr: mahalle baskısı) bû. Wî ev biwêj di adara 2007ê de di hevpeyvînekî bi rojnameger ruşen çakır de gotibû û wekî tîrekê li textê rojeva Tirkiyê ketibû. bi ya min ev biwêj nehat fêm kirin.

Ew bi taybetî li ser mijarên wekî (bnr: modernbûna tirkan), (bnr: ol û siyaset), (bnr: osmanî û civaka împaratoriyê + jontirk) radiwesta û xebat dikir.

li Tirkiyê hin caran tê rexne kirin û wî ji seîdê kurdî hez dikir. lê divê meriv wisa lê nenêre. ciwamêrê delal li ser wan xebat dikir û mereq dikir gelo ew civaka Tirkiyê ji çi pêk tê.

ew gelek kêm caran derdiket li ser televizyonan. lê bernameyekî bi navê (bnr: gerçek orada bir yerde) hebû û wî bi murat belge û gündüz vassaf li ser gelek mijarên girîng guftûgo dikir. ên dixwazin dikarin li ser Y.tubê peyda bikin.



07.09.2017 00:21 | wiha wilo wisa