1. naqos, zengil, zil, di ferhenge de madenê bo derxistina dengê zingê zing tê bikaranîn, hatiye rave kirine. ku yên ajalan xwêdî dikin ji bo hin sedeman zingilan dikin stûya mîhan, bizinan...
yek jî zingil navê stranek cîwan haco ye ku bêyî mêzekirinê ferhengê hin ristên helbestê fam nedikir. di hevoka dawî de gotina "ferhenga qazî" ferhenga qazî mihamed e. dema guhdar kirine qazî û gazî tev hev dibin.. peyva zingilê bi mecazî wateya têkoşînê de rave dikirin..
di stranê de gotina "peyman soza mêran e", ne li şunê ye, hema civakên paşdêmayî û serweriya mêran tîne ber çavên yên guhdar dikin e.. mêr û jin wekhev e, peyman soza jinana jî weke mêran..
zingil
Zinge zinga zingilê min vaye dîsa deng veda
Va ye dîsa deng veda va ye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min dinya girt û berneda
Dinya girt û berneda dinya girt û berneda
Peyman soza mêran e geş dikin buhara me
Xebata qîz û lawan e Newroz û Adara me
Nîşana yekbûna meye Newroza kurdên keleş ( egîd, merxas, fêris)
Bi yekbûna van gula ye ev buhara xweş û geş
Zinge zinga zingilê min xweş hawar û gazi ye
Xweş hawar û gazi ye xweş hawar û gazi ye
Awaza vê zinge-zingê ji ferhenga Qazî ye
Helbest: Sebrî Botanî
Muzîk: Ciwan Haco
vîdyoyê veke
|