Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêkenokên kurdî] de;

18. ji aliyê Erxewanê gundek heye jê re bi kurmancî narmikan dibêjin.. wateyê narmikê nermik e, an jî qertafa pirjimarî ye...rojeke çend kes ên ji wî gundî diçin neçîra kêvroşkan(kerguh).. çendan neçîr dikin an digirin li bin darê goştê wan diqelînin û bi araqiyê ve dest bi xwarinê dikin.. çend gundiyên ku li nêzîkî wan radiwirî rewşa wan dibînin dibêjin gelo ew kî ne? difikirin û dibêjin..

ku ne elewî ne ji ber ku goştê kêvroşkan dixwin, elewî goştê kêvroşkan nexwin... ku ne jî sunî ne ji ber ku em di nava meha rojiya remezenê de ne, sunî di meha rojiyê de araqiyê venexwin lê ew araqiyê vedixwin..??

piştrê gotinê dibe ku ev ji gundiyên narmikanî bibin..



11.01.2015 18:27 | havka

16. di dawiya salên nodî bûyerek weha qewimiye ku wekî pêkenokê..

di demsala havînê li gundê me hin mal, bona xwedî kirina sewalan bi malbatên xwe ve tev diçûn du, sê mehan li zozanê dimayin, hê jî diherin....merivek ku nav elî hebû, bi malbata xwe ve diçû zozanê, rehmê xwedê li ser be, di 65-70 salî bû.. rojekê berbanga sibe ji bilindahiya zozên ber bi deştê bi barekî qatix ku bi ker barkirî ve dikeve rê da ku qêtix bibe gûnd, bifroşin an belav bikin .. lê hinek nezîkî gund dibe mezê dike ku ji dûr ve mifrezeyek eskerî rêya ku dadikevî gund de ber bi girên hildikişî çiyayê tên..ku wê demê qedexekirina çûyina zozanan hê nû rakirîbûn, hin caran operasyon dikirin..zilamê reben ji eskeran tirsiye ji bona xwe ji eskeran nediyar kirine, an jî veşartine li keleka rê de ketiye paş zinarekî an jî ber taldeyeke da ku leşker derbas bibin herin ew jî here rêya xwe..lê dema derbasbûyina eskeran de ji nişkavê ker zirriye..bi dengê zirrîna kerê esker ber bi wî hatine, wî girtine jê re gotine ma tu li vir çi dikî, bi barek qatix ve li taldeyê de çi dikî, çima xwe ji me vedişerî, gelo tu alikariya teroristan! dike...hwd pirsan dibêjin, dawiya dawî barê li ser ker datînin erdê, dew û mastî dirêjin, rûnê pez (nivîşk) jî davêjin erdê pê dikin..kotekan li serê dixin û paşê serbest bedidin..

jê re gotina lo apê elî, meriv qet xwe bi ker re vedişerî, meriv qet piştê xwe dide ker, nav ker e lo.. taybetiyek kerê heye ku car caran ji nişkavê dizirre..dibe ku çend gullê berra li ser te kiribûna jî bona zirrîna kerê.. bona zirrîna kerê barek qatix di erdê re çûye...



25.12.2014 23:55 | havka

15. rojekê rojnamegerek çûyê gundekî elewî, dîtiye ku jinikek lawê xwe re tim dibêje "lawê min omer were, omer here.." bala rojnameger kişandiye û nêzikî jinike bûye gotiye, bibore lê qasî ku dizanim elewî navê omer lênekin li zarokên xwe, lê xuyaye ku navê zarokê wê omer e.. ew çawa dibe..jinik gotiye, welle navê zarokê min a yekemîn hûsen bû nexweş ket û mir, ya duyemîn hesen bû newxeş ket û mir, veca me nav omer lêkir, ku vê carê nexweş dibe dimire jî qet nebe yekî ji suniyan dimire..*



16.11.2014 22:51 | havka