Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji kevirî nermtir] de;

4. yek jî di zarokatiyê de bapîra min î rehmetî vê gotinê car caran bi kar dianî tim digot em merivên berê ne, hewce bû emê giha, çiloyê daran bixwin ji kevir nermtir çi ket destê me... nifşên nû zarokên xwe bi puskutan(hindok, biskûwît) mezin dikin..bona zarok, torinan digot ronî avet erdê dibe mirov dest bi şixûlê bike, dema sersî daket, roj avet çiyan , bi zorê di nav nivînan xwe davêjin ber tenûrê, çavê xwe mist didin, zikê xwe dixûrînin dibêjin ka çayê me, ka nanê rûn, ka penir, teralî dikin, şekirê derdorê devê xwe mist didin, puskutan dixwin, nîvro bû tên zeviyê, vê carê dibêjin germê ka em em hinek bin siyê darê ramedin, edî dibêjin em hatine gund ku bixebitin....mahrumûno mirov li ser xwarinê evqas disekine, divê mirov çi ket dest xwe pê qaîl bibe ji kevir nermtir... hinek savar û pivaz ku hindê bû dêw bes e..ji kevir nermtir çi ket destê bixwe...



24.12.2014 19:02 | havka

3. gotinek bo çîniyan tê gotin heye, they eat anything with legs except a table and anything with wings except an airplane.. lingê çi tiştî heye ji bilî maseyê, perikê çi tiştî heye ji bilî balafirê ew dixwin..



20.12.2014 22:55 | havka