Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [baçermok] de;

1. dibêjin di dema hezretî sileman de jina wî rojekê gotiye ez balîfek ji pûrtên çûkan hatiye çêkirî dixwazim.. hezretî sileman bangî hemû çûkan kiriye gotiye jina min ji pûrtên we balifekê dixaze, dibe ku hûn pûrtên xwe bidin min...baçermok hema bi vê gotinê pûrtên xwe rûçikandiye û daniye ber hz sileman...

lê (anha nayê bîra min kîjan çûçik bû ) gotiye, lo malxerabo bona balîfek jina te, ku me pûrta xwe da te, emê di sarî û seqema zivistanê de çi bikin, emê bê pûrt çawa debara xwe bikin, emê çawa bifirrin.. bi wan gotinan ve hezretî sileman ji biryara xwe vegeriye lê baçermok bê pûrt maye..ji ber vê yekê dibêjin baçermok şevan digere fedî dike ku rojê derkeve derî, dikeve qeft û şikeftan..



22.01.2015 18:30 | havka