Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şewat] de;

1. ango (bnr: qeşa) lê li aliyê albistanê, meletiyê şewat dibêjin..ger germiya hewaye ket bin sifire, ji ber sir û seqemê, sariyê şewat pêk tê, kulîlkên darên mişmişan di çaxê bişkokê an jî kulîlkê de dicemidin û dar vê salê nagirin bi kurtî şewat li mişmişan dixe.. di demsala destpêka biharê dema kulîlkên daran vêbû divê hewa germ bibe..di şevên şewatê gundî kayê ango lastikan dişewitinîn ku bandora şewatê hindik bibe lê ew jî ne bes e...ger ev yek pêk hat mişmiş nagirin û gundiyên ku debara xwe girêdayî mişmişan dikin vê salê bêçare dimînin..çaxê kulîlk vekirinê qet sar, şewat nebû dar mîna gûşiyên tirî digirin, gulî di bin fêkiyan de mêl dibin heta ku di bin giraniya fêkiyan xiş dibin (şikestin)..xetereya şewatê heta ku çaxil hinek xwe girtine dewam dike...



30.03.2015 21:42 | havka