Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîna] de;

6. di nav gel de nola, notila..hwd jî wek mîna têt karînîn..derheqa rexnekirina pirtûka navê eşbazî ya yaqob tilermenî de lokman polat weha nivîsiye.



....Zimanê nivîskar ê pirtûkê zimanê gelêrî û sivik nîn e. Zimanekî entellektuelî ye û giran e. Pirtûk herwekî ku ne ji bo gel û xwendevanên normal, lê ji bo nivîskar, rewşenbîr anku entellektuelan hatibe nivîsîn. Lewra di pirtûkê de hinek peyv û hevok hene ku giran in û zehmetiyê dide xwendevanên normal. Herwekî; “Nola Don Kîşot” Çima “Wekî Don Kîşot yan jî Mîna Don Kîşot na, lê nola Don Kîşot?”



Di nav xelkê de û di jiyana rojane de, dema ku kurd bi hevre diaxifin, yan peyva “mîna” yan jî peyva “wekî” bi kar tînin. Lê, nivîskar di şûna van herdu peyvan de, peyva hevmaneya van peyvan, “nola” bi kar anîne. Ev jî heqê wî ye. Di nav peyvên sînonîmên hev de ji xwe re peyva ku ecibandiye bi kar anîye.....



07.03.2014 01:52 | havka