Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [têlik] de;

1. gotina ku di nav karkerên ku di bexçeyên mişmişan dixebitin de tê bikaranîn..yên qet bexçeyên mişmişan nedîtîne nikarin bi hesanî fam bikin bi min..mişmişên ku li ser çatan(cawan) hatiye rexistin de yên hê nehatiye dema dendik derxistinê re hê têlik ango pir nerm yên mîna hevîrê dibêjin..ku tu hewl da ku dendikan derxe şîreyê mişmişê derdikeve ev jî bo mişmişê tiştek ne baş e ji ber ku giranî hindik dibe..mişmişên têlik ( mîna hevîr nerm) hê ne pir çilmisîne ango musulçî bûne, av jê baş nekişiye...têlik terr nîn e ji ber ku we jî dibêjin..

mînak:

-yên têlikon top maka şîrayê won dardikavin..

-mişmişên têlik li sar çotê bihela maka qasayon, şirayê wonê da qasayê gamor bika..

-hîn (hê) têlik in mo royek din li sar çotê bime...



24.07.2015 22:51 ~23:01 | havka