1. Lêker li gorî avaniya xwe dibin sê beş:
1-lêkerên xwerû
2-lêkerên pêkhatî
3-lêkerên hevedanî: Lêkerên ku ji du an jî zêdetêr hêmanan pêk hatine ne.
Navdêrek û lêkereke alîkar tên ba hev û lêkereke hevedanî çê dikin. Lêkerên alîkar jî ev in: bûn, kirin, ketin ,xistin, dan
Mînak: Germbûn, korkirin, nexweşketin, xeberdan, handan(teşwîqkirin), sorbûn, tûjkirin, derengketin, dûrxistin…(navdêr+lêkera alîkar)
Hinek lêker jî Bi alîkariya daçek û cînavkan çê dibin. Carinan navdêr jî lê zêde dibin.
Mînak: Lêgerîn, serjêkirin, lêxistin, birêketin, destpêkirin
Nîşe: Ev lêker, dema ku weke pêveber bên bikaranîn divê ji hev cuda bên nivîsîn,dema ku di formên dançêker,tebatî û navdêrîn de be bi hev ve tê nivîsîn.
Mînak: Min mirîşk ser jê kir. Min mirîşk da serjêkirin. Mirîşk hat serjêkirin.Serjêkirin ne karê min e.
nîşe:Jêgirtin e
|