Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemişgezek] de;

2. bi kurmancî çemişgezeg, bi tirkî çemişgezek

di pirtûka andranîk a “dêrsim, rêwitî û erdnigarî” ku ji aliyê temûrê xelîl ji ermeniya kevn hatiye wergerandin û ji aliyê weşanên deng hatiye çap kirin de di derbara çemişgezegê de weha dibêjî… ku nivîskar di sala 1889an li dêrsimê digere, qala wê dike..

“Çimişgezeg (li gorî nivîsandina pirtûkê) dikeve roava çar senceqê û di bin bandûra mitesewifê xozatê da ye. Li wir qeymeqaym rûdinê bi tabûreke eskerên xwe va û nîv tabûr jî cendirmeyan va.

Bajar ji 1500 malan e, ku beşeke wî ermenî ne, beşek jî tirk û kurd in.ermenî xwedî kiliyekê ne û li wir dibistanek jî heye. Mizgefteke tirkan û medreseyek wan jî heye. Di hemû bajêr da 40-45 dikan hene, ku yên sinetkar û tucarên ermeniyan e.

Li çimişgezegê 25-30 gund hene û di wan de ermenî piranî ne . lê di van gundan da xwelîbêcer kirin ( dibe ku çandinî bibe) gelek pêş neketiye, wek ku çar senceqê ye.ji ber erdên vira dêm e, nayê avdanê. Ji ber vê ye, ku gelek ermenî li wan deran bar dikin, diçine warên mayîn. Li wir hinek ji wana karê sinetkariyê dikin, hinek karmend in, hinek jî wan di nav tirkan de karên cuda cuda dikin. Beşek ji wana jî li helebê û stembolê karên wergerê avûkatîyê dikin. Evana gîşk jî merivne dewlemend in, halê wan xweş e, xwedî malên baş in. Di her gundekî de kilîse û dibistan hene, gişk jî xwendinê hiz dikin, her roj xwe pêş dixin, zimanê wan yê zikmakîyê gelekî paqij e, ji ber ku her ermeniyek di mala xwe da bi zmanê dayîkê dipeyîve…”



13.11.2015 22:00 | havka