Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kalik] de;

1. Li gundê me kevneşopiyek ji holê rabûye..

Li gorî gotinan berê, heta salên 1980an dema sersal dihat zarokên gund kom dibûne yekî xwe dikire kalik wekî şibandina bavê noel..

yekî xwe dikire kaşîş yek jî bûk, zarokên din jî derdore..

Kaşîş alikarê kalik bûye, teniyê rojinê dev û rûye xwe mist didaye, rûyê xwe reş dikiriye..

Zivistanê dema şeva sersalê hatî li gund digerîne, deriyên malan dixistine wekî



Serê salê

Binê salê

Xizir ketiye we malê

Va kalik qurbanê vê malê be

…hwd digotine û rûn, ard, qelî dixwastine ji malan..piştrê dibirin dikirine kilor ..lê dema top kirina tiştan dilîstine û gundiyan dikenandine.,



01.01.2016 00:35 | havka