Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li dêrê] de;

1. navê yek novela ango romana kurt a hesenê metê ku bi serkeftî û şarezayî hatiye nivîsandin e..

pirtûk bi qasî 74 rûpel e..mijar di destpêkê heta dawiyê herikbar e, ziman jî baş hatiye bikaranîn..

bi rastî meriv di xwendinê de tamê xwendina pirtûkên memed uzunî radibihisîne..

Nivîskar siftê serpêhatiyên bilindê zaxoyî piştrê jî ya xwe û samanthayê vêdibêje ku di destpêke de ji hev cuda dixûyin lê di dawiya pirtûkê li hev girê dide..

ku ber bi dawiya pirtûkê bendewar bûm ku lehengên novelê ku yek nivîskar bixwe ye careke bihevşin lê...xwezî têkiliya lehengan di asta piçikandinê de nedimayibûya, nivîskar şayesandina çend dîmenên hevşabûnê jî bikirîbûya..

belkî nivîskar di rastiyê de jî qasî lehengê pirtûkê melankolîk û girêdayî dermanên antîdepresanê...



17.04.2016 00:05 ~00:29 | havka