Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bê] de;

8. wateya bê, di nav hevokan de bi piranî nezîkî gelo ye , lê wate gelo nin e, pirsê dihewîne lê pirs tune, bo tegihîna ve peyvê daçek e an hoker e hê nizanim, pir tengasî kişand..



06.03.2014 00:33 | havka

6. ev rave kirin ji bilî mînakê jêgiran e. mînak jî ji pirtûka helîm yûsivî ya auslander beg de (rûpel 21) hatiyê girtin..



06.03.2014 00:15 | havka

3. bê ; Ev peyv wateya peyvên "ka" û "hela"yê dide, gelek caran bi wan re tê bikaranîn. Dema ku rasterast bi wan re tê bikaranîn di nava hevoka pirsê de cî digire. Ev "bê" kurtbûna awayê lêkera nihêrtinê "binêre"yê jî tîne bîra mirovî. Dibe ku ji wê hatibe kurtkirin.



Ka çi bû?

Hela ew jî nayê?



Ka binêre çi bû.

Hela binêre ew jî nayê?



Îcar dema ku bi tenê tê bikaranîn wateya "ka" an jî "hela"yê dide ku ew jî hoker in. Hevoka pirsê tam çênabe, piştî vê hevokê yê li hemberî te dikare bersiv nede jî. Di vî awayî de "binêre" nayê bîra mirov.



mînak: "Ez tenêgihîştibûm (ka-hela) helbêstvane me ev pirtûkên xwe çawa di nav ewqas sînorên qedexê re derbas kiribûn. (bahoz baran)



05.03.2014 23:45 | havka