Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîra qederê] de;

5. Di dema xwendekariyê yekî ji aliyekî gundiyek min hatiîbû mala min û şeveke mabû..hevalê malê ango hevalê hevalê min bû… di beşa wêjeya tirkî de didixwend..bi kurtî piştî şîva evarî qala edebiyata tanzîmat, servetî fûnun, peyamî safa, îskender pala..hwd kiribû û dawiyê de pesna turkeşî kirîbû, li ser de gotîbû zimanê kurmancî tune..kurmancî tenê devokek tirkî bû û qasî çend sed peyvan pêk dihatî, piranî ji gotinên zimanên din bû.…

wekî xortekî pir xwendî, giran, melankolîk, zana, welatperwer, mînak..hwd tevdigerî..



Piştrê min vê pirtûkê, “bîra qederê” ya memed uzunî da dest..aha ji te re pirtûkek bi devoka tirkî.. pirtûkê girt bi bi mehdek tirş, tev da, hewl da ku çend peyvan bixwinî fam bike lê hinek fikirî, piştrê got ev ne kurmancî ye, ev “kurdiya cudaxwazan” e..ne zimanek e û zimanek bibe jî ji aliyê cudaxwazan va afirandî ye..dimenên hilweşîna paradîgmaya mêjîkîrekî..



Bona xatira nasên hevpar, hevnas gotîbûm ku kurmancî devokek tirkî ye diviyabû tu hînî vê devoka tirkî bibî..lê dîsa qanî nebû..qala mijarê pirtûka uzunî kir û çend paragraf jê re xwend, wergerand tirkî, hinek qala celadet bedîrxan û di derbarê jiyanê wî kir..ku ne hewce bû..

qet nebe hîn bû ku zimanê kurdî heye û bi vî zimanî roman jî tê nivisîn..

sibe cehimî çû, piştî çend hefteyan li navenda bajêr pergî wî bûm, ji dûr bi destan nişana li wir bisekine, me li hindê min kirîbûm..



29.04.2016 23:58 ~2016.04.30 00:05 | havka