Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îzol] de;

2. navê navçeya kale ya meletî re bi kurmancî îzol dibêjin..li meletiyê û aliyê baskil a elezîzê eşîrek pir mezin e..dema wê gotinê dibihîsim gotinên mîna mhp, ulku ocaklari, reîs..hwd tê bîra meriv..

bi çêkirina bendava qaraqayayê ve ku di navbera li meletiyê û elezîz e, gelek gundên îzolî di bin avê de ma, loma di dawiya salên 1970an û gundiyên izolî tijî meletiyê bûn.. ji ber vê hamit fendoglu ango hamîdo ku ew jî yekî ji îzolî bû, bû şaredarê meletiyê di sala 1978an.

Di avrêla sala 1978an bi şandina paketek teqemenî ve aliyê kontrgerillayê hamîdo hat kuştin-ku bûyêr hê eşkere nekirine- piştrê gotin çepgirên elewî wî kuştine..ji ber vê dû, sê rojan piranî gundiyên îzolî li bajêr kom bûn û erîşî taxên elewiyan kirin, çend kesan kûştin, qasî hezar dikan, xanî şewitandin, talan kirin…berî darbeya 12 îlonê ya 1980an bûyerên meletiyê tê gotin....





22.11.2015 21:14 ~21:56 | havka