12. (bnr: aqûzatîf û qertafên diyariyê)
(bnr: tewang û qertafên diyariyê)
1- bi min di hevoka “mirov diwestîne yaw” de tu çewtî, şaşî tune, ji aliyê rêzimanê ve hevokek rast e…ji ber ku nivîskar mêr e ango mîrov weha fam dike..
2- li vir mijar ne ergatîf e ne jî tewang e..mijar di derbara akûzatîf e..( dema niha)
Ergatîfî di demên borî de lêker gerguhez be derdikeve holê..di hevoka jor de dema borî tune..
Qertafa diyariyê ya yekjimar û nêr –î di hin forman de êdî pir nayê bikaranîn, navdêrên nêr û yekjimar dema diyar nebin jî tevhihevî der nekeve. Ji ber ku navdêrên mê hemû qertafa diyariyê –êyê her tim distînin…
mînak:
Ez dew vedixwim
Dew nêr e û qertafa diyariyê nestendiye û ji aliyê wateyê de tu kêmanî û tevlihevî çê nabe..
mînak:
Ew maseyê dişo
Mase mê ye û qertafa diyariyê –êyê distîne..
Di mînakê jor de ger nivîskar jin bibûya hevoka ya rast “ (ev) mirovê diwestîne yaw” dibû..
Ger bireser cinavkên kesane bibûya formên wan ên diyarkirî dihatibû bikaranîn..
Hingê “….(Ev) min diwestîne yaw” dibû lê di hevokê de cînavka kesane tune..
|