Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [carl sandburg] de;

4. jina bi raboriyek re



li wir jinekek hebû kinca xwe ya mexmûr dirand

û dewsa birîna milê rast li ser çermê sipî

û çivanokek sor nivisîbû bi tiliyêk neynokê bi lez



li wir jinekek hebû bi şeş peyvên kurt diaxifî

û dev ji jiyanêk berda ku bi we ra kevn bû

bo jiyanêk nû ku nû bûbû



li wir jinekek hebû sond xwar

û bi dengekî dewixî niyazek pispisand

û her tişt teva bû



ev dizek bû û qehbikek û dostek bû

ev tiştek bikarhatîbû û pê listînbû

ev fularêk dêrina sor ber xwe xistîbû



çîrok zirav e û dicirife

spî ye wek ruyek kulilka sêva yekemîn

spî ye wek biyekek çil di nav berfa zivistan a heyvê



çirok tu caran venegotin

li wir levên spî pispisandin bi tene

li wir levên sor pispisandin bi tene



di nav hênkayî ya divarên kevn

di nav spiya diwarên kevn

strana sor teva dibe



07.04.2014 06:53 | havka