Tirşik - Profîl
tirşik-profîla avên_sar

profîla "avên_sar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ezra pound] de;

7. baweşînknîgara bo mîrê wê yê şahane



ey baweşînka ji hevrîşimê spî,

wekî qiraviya li ser belgê gîhê sayî,

tu jî hatî terikandin.



ezra pound



13.04.2014 03:45 | avên_sar

3. du helbest ji ezra pound



nîgar



çavên vê stiya mirî bi min re dipeyivin

ji ber ku evîn di vir de bû, dengê wê nedihat serkutkirin.

û viyan di vir de, bi ramûsanan nedihat vemirandin.



çavên vê stiya mirî bi min re dipeyivin





pan mir



"pan mir. panê mezin mir

axx serkupî bikin, hûn giş xamanê!

jê re taca wî raçinin!"



"havîn di pelan de nemaye

gîha hişk bûne;

em ê çawa tacekî raçînin

an jî nîşaneyên kulîlkî berhev bikin?"



"ez nikarim wê bibêjim banûnê.

mirin ji berê de gundî bû.

ez nikarim wê bibêjim banûnÊ,

wî di werzeke wekî wiha kakîlpûç de

mîrê me hildabe biribe

wê haya wî çawa ji sedemekê hebe?"



03.04.2014 02:33 | avên_sar

2. helbestek ji Ezra POUND



Dawiya Awazê



Ey stranên min,

Hûn çima wisa bi dilovanî, wisa ecêb awiran dikutin rûyên mirovan,

Qey hûn ê mirîye xwe yê winda di ava wan de bibînin?



ji îngilizî: Kawa Nemir



15.03.2014 19:48 | avên_sar