Tirşik - Profîl
tirşik-profîla avên_sar

profîla "avên_sar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [t.s.eliot] de;

6. marina



Quis hic,quac regio, quae mundi plaga? *



Çi derya ne çi perav in çi zinarên gewr in, çi dorge ne

Çi av e prûvayê dadilêse

Xweşbêhna kajê, boqije di nava mijê re dixwîne

Çi hêma ne vedigerin

Lê keça minê



Ewên qîlê sê tûj dikin,dikin qesta

Mirinê

Ewên bi semyana şalûlê diçirûsin,dikin qesta

Mirinê

Ewên di tewlaya xweşhaliyê de rûdinên,dikin qesta

Mirinê

Ewên jana mestbûna ajalan dikişînin,dikin qesta

Mirinê

Dibin derew,bi bayekî biçûk dibin

Bi hilmeke kajê,û mija darisdtanstranê

Bi vê nermiyê heliya di cî de



Ev çi rû ye, kêmtir zelal û zelaltir

Rehjena di mil de, kêmtir xurt û xurttir-

Hatiye dayîn,an deynî ne? ji stêrkan dûrtir û nêzÎktir ji çav

Kurepist û tîqetîqa biçûk di navbera pelan û piyên lezgîn

Di xewê de,ciyê ku av giş digihên hev.

Mîzana derizî bi qeşayê,terk li boyaxê ket bi germê

Min ev çêkir, min jî bîr kir

Û te bîra min.

Armatûr jar, branda riziyayî

Di navbera pûşperekê û rezbereke din de

Min pêk anî bê hemdê xwe,nîv hişber,nenas,xweserî min.

Av di mazmazkê re dinizile, pêwist e derz bên sazkirin.

Ev kêrsim,ev rû,ev jîn

Dijî ji bo ku bijî li dinyayeke demî ya ji min wê de; rê bide min

Berdim jîna xwe ji bo vê jînê,peyvên min in

ji bo ya ku nayê peyivîn

Hişyarbûyî, lêv ji hev, hêvî, keştiyên nû.

Çi derya ne çi perav in çi dorgeyên granît in

diniçînin parxanên min

Boquje di nava mijê re digaze

Keça min..



t.s.eliot



* kî der e ev der, çi welat e, kîjan hêrama dinyayê ye?"



11.04.2014 00:50 | avên_sar

5. berhemên thomas stearns eliot:



helbest: helbestên giştî 1909-1962, çar çarêk, welatê bêjî û helbestên din, dahênanên kêvrîşkê adarê 1909-1917, helbestên bijartî, pirtûka kalekî ya pisîkên pratîk



şano: kuştina di qatedralê de, binemala ku cardin tê ba hev, partiya kokteylê, dezgehdarê weşartî, siyasetmedarê mezin



name: nameyên t. s eliot ( cild ı-1898-1922)



rexneya wêjêyî: bendên bijartî, sûda helbestê û sûda rexneyê

rexnegirtina li rexnegir, li ser helbestê û helbestkaran, ji bo lancelot andrewes, curayên helbesta metefizikî, pexşanên Bijartî yên t.S Eliot, rêla pîroz

Rexneya civakî: ramana civaka xirîstiyan, têbiniyên der barê raveya çandê de



18.03.2014 14:16 | avên_sar

4. helbestek ji t.s.eliot:



beyaniya li ber pencereyê



li aşxaneyên serdab reqînî ji teyfikên taştê tînin

û serbiserî keviyên tepisandî yên kuçeyê

min hay ji giyanên ter ên bermaliyên

li ber derwazeyên cîwaran bi bêhêvî dibişkivin heye.



pÊLêN GEWR ÊN Mijê li min vediweşînin

rûyên badayî ji biniya kuçeyê

û HÊsirê Rêwiyeke dêreyên qilêr lê ne

kenekî bêçine yÊ li hewayÊ difirike

Û Serbiserî di tenga banan de winda dibe.



17.03.2014 09:37 | avên_sar