Tirşik - Profîl
tirşik-profîla avên_sar

profîla "avên_sar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [walt whitman] de;

9. helbestek ji walt whitman



li deştê hingureke êvarê



zêrê ku dizivire vêdikeve, şambelotî û binefş, zîvê ku diteyîse,

yaqût, zereqehweyî,

hemû boşayiya cîhanê ûhêza pirşêwe ya siruştê bo carekê

spartî rengan;

ronahî, awaza wan a giştî- rengên ku heya niha nehatine dîtin,

bêserî û binî ,bÊbend- ne bi tenê esmanê roava- merîdyena jorîn- bakur, başûr, giş.

rengê xwerû yî mişt ronahî heya dawiyê bi siyên bêdeng re di şer de.



ji îngilîzî: k. nemir



17.04.2014 00:37 | avên_sar

8. gava ku bi xembarî geriyam



( piştî ku min hegel xwend)



gava ku bi xembarî geriyam, bi gerdûnê ketim,

çav bi yê biçûk î pak e ketim ku bi gavên qewîn

ber bi nemiriyê dilezand,

û çav bi hemûyê qeraseyê ku bi nave xwe nepak e ketim ku

dilezand, tevlî nava xwe dibû, winda dibû û dimir



walt whitman



13.04.2014 02:25 | avên_sar

7. helbesteke walt whitman



Va ne pelên min ên herî lawaz, ligel vê yekê berdewamiya min a herî xurt in,

va ye ez ramanên xwe sîber dikim, vedişêrim, ez bi xwe wan eşkere nakim,

dîsa jî ew min ji hemû helbestên min ên din zêdetir eşkere dikin



02.04.2014 01:18 | avên_sar

6. helbestek ji walt whitman



serdemên serdemÊn ku gavegav vedigerin,

ezê nemirê sergerdan î zipîzindî,

tixis,belqitî, bavê piştên torîn î mêrxas, tekûzkî şêrîn,

ezê stranbêjê stranên mirhovî

di nava baxçeyê nû roava û bajarên giran î şên re

difişirim, lewma kilamÊ davÊjim ser her tiştê peydabûyî,

van pêşkêş dikim, xwe pêşkêş dikim,

xwe dişom, stranên xwe bi bihevşabûnê dişom,

dundeyê piştên mino.



16.03.2014 12:54 | avên_sar

4. helbestek ji walt whitman



di çîçîka sibehê de mîna adem,

derkeve were ji çardaxê bi rûgeşiya xewê dayî te,

li ciyê ku tê re dibûrim min bibîne, dengê min bike

nêzîk bibe

min bipelîne, kefa destê xwe li ser bedena min bigerîne

her ku bibûrim

metirse ji bedena min



15.03.2014 19:56 | avên_sar