Tirşik - Profîl
tirşik-profîla avên_sar

profîla "avên_sar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emily dickinson] de;

10. emily dickinson dibêje ku:



ji bo ku valahiyekê tijî bikî,

tiştê ku bûye sedema wê texê-

pak biritimîne

bi ya din- û wê dev bêtir lê vebe-

tu nikarî kendalekî bêbinî lihêm bikî

bi hewayê-



15.04.2014 00:50 | avên_sar

8. emily dickinson çiqas deng li ser vê dinyaya derew û tarî kiriye divê em jî dengê emilyÊ bilind bikin



dilbêjî- ew siya dirêj e- li ser çîman-

nîşan dide ku ro dikevin tasan-



danezan e ji çêreya silikî re

dide zanîn ku tarî- dike bibihure-



emily dickinson



12.04.2014 02:08 | avên_sar

7. bi sed caran emilyyyy!



û dîsa helbestek ji emily



bêhna xwe vedide bi şev

ro, vediwestîne biriqanê

siruşt- û hin mirov-

nîvro bÊhna xwe vedidin- hin mirov-

gava ku siruşt

û ro- dom pÊ dikin



03.04.2014 04:03 | avên_sar

6. xerikî mal û halê dinyayê

û li dûrî çîrokê -

xerikî wî nav û şanê sosret -

wê şikûdariya tikîtenê,

ku çu tebareta wê nîne - ji bilî sawê -



emily dickinson



28.03.2014 03:34 | avên_sar

5. ji emily dickinson helbestek din



tiştekî wisa biçÛk e giryan-

AXÎnkişandin tiştekî wilo kin-

û dîsa jî- bi alegorên- bi van qebereyan

dimirin em mêr û jin!



18.03.2014 14:01 | avên_sar

4. peyvek dimire



peyvek dimire

gava ku dikeve ber xeber e,

dibêjin hinek jê.



ez jî dibêjim

ku ew dest bi jînê dike

wê rojê



emily dickinson



17.03.2014 09:23 | avên_sar

2. helbestek ji emily dickinson:



av, feqiya tîbûnê ye,

bêjahî- ya oqyanosên ku têne derbaskirîn.

veguhestin- ya cîşihitîbûnê-

aştî, ya şerên wê yên ku têne gotin-

evîn, ya efnîka bîranînan-

teyr û tilûr, yên berfê.



15.03.2014 20:15 | avên_sar