Tirşik - Profîl
tirşik-profîla avên_sar

profîla "avên_sar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîrza metîn] de;

1. lîstikvan,derhêner,şanonûs.



di sala 1980yî de li kaxizmana qersê Ji dayik bûye. Di salên 1994-95an de li navenda çanda mezapotamyayê dersa şano, mûzîk û reqsa gelerî dît. Di 1995an de li beşa perwerdehiyê teatra jiyana nû ya şanoya hêlîn de dest bi perwerdehiya şanoyê kir. 1999-2001ê dev ji şanoyê berda û xwe avêt nava karen rojane. Di 2001ê de dev ji her tiştî berda û cardin vegeriya şanoyê. Di 2003yan de yek ji avakarên şanoya seyr-î mesele bû û heta 2008an wek lîstikvan,rêvebir û perwerdekar xebitî.li konservatuara zanyoka teknîkî ya stembolê demekê li ser reqs û mûzîkê xwend. Demekê jî li ser pandomîmê xebitî. Di 2008an de ew û Berfîn Zenderlîoğlu bi hev re destar-theatreê ava kirin. Di 2010an de yek ji pêşengê avakarê şermola performansê bû. Niha li destar-theatreê wek derhêner, şanonûs, lîstikvan û perwerdekar xebatên xwe yên şanogeriyê didomîne.



15.03.2014 22:32 | avên_sar