Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tavrosi

profîla "tavrosi"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lîstikên zarokan] de;

1. Hopanê, hopanê

Kejiya min a panê

Avêt gola hanê

Gola han qamîş e

Marî fîşe-fîş e

Kekê min çawîş e

Çawişkî bi çûk e

Min jêr anî bûk e

Bûka Hesen Begê

Sêva ser kulegê

Wê sêvê hiltînim

Gulekê datînim

Gul gula hedadan

Derî li min radan

Çûm quncikê tarî

Teyrek tê da dinalî

Çi teyrekî sil e

Tasa bi zengil e

Kuta binê dile

Deng diçû Mûsile

Mûsila hêlak e

Dest û pê şibak e

Şibaka zêrîn e

Pêçîka zîvîn e

Heft qor digerîne

Qorek temam nîne. Min got:

Teyro çi hewalê te ye? Got:

perr û baskê min şikestiye

hevrîşmê Fatma Nebî ye, avêt ser deriye

Dizan ji xwe re biriye. Dizo dizo ku de ?

Bi rêka bi deştê da

Şûr û mertal di ber piştê da.



07.03.2014 02:23 | tavrosi