Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bijîmillah

profîla "bijîmillah"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gaxan] de;

4. Bi pîrozbahiya kevneşopa xatir ji sala derbasbûyî tê xwestin û sala nû tê pêşwazîkirin. Pîrozbahiya Gaxan di sêyemîn meha berfanbarê de destpê dike û heya yekemîn hefteya çileyê diajo. Sêşema pêşîn heya sê roj rojî tê girtin. Rojiya ku sê roj diajo tê wateya sê mehên zivistanê ku wê dijwar derbas bibin. Li cihên pîr, murşît û dedeyan cem têne lidarxistin. Zarok sibehê zû radibin, cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û digel kal kek (kalê pîr) diçin diyarî kom bikin. Ew giş bi hev re diçin li deriyan dixin, bi gotina Gaxanê şima bimbarek bo! (Gaxan li we pîroz be!) xwediyê malan silav dikin û stran û kilaman leystoka Kal Kek dilîzin, da ku diyariyên xwe bistînin. Gel wek diyarî behîv, gûz, mewij (tiriyê hişk), hêrûgên hiş û hwd didin zarokan. Xwarinên ku bi vî havî hatine komkirin li malekê têne kelandin, yên ber mayî jî ji malbatên feqîr re tên belawkirin. Ew xwarinên ku tên amadekirin bi giranî xwarinên ji ardê ne. Mirov hevîra ku jê re dibêje zerfet bi rûn û dewa bi sîr re tev dide, dikelîne û dixwe. Li malan xwarinên wek pesare û dane tên kelandin. Ji malên ku meriv ser lê dixe re lîstika Kal Kek tê lîstin.



http://goo.gl/Fcwzej



30.12.2014 02:30 | bijîmillah