Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên ku ji kurdî ketine tirkî] de;

66. Tirkî: Tepsi kurdî: tepsî (sinî)

Min ferhenga etîmolojiya Tirkî lê nihêrî ji bo peyva Tepsi ya Tirkî dibêjin di kitêba Divan-i Lugat-it Türk (1070) ] de wekî tevsi/tebsi derbas dibe ev jî ji peyva dep tsí ya zimanê Çînî derbasî Tirkî bûye.

Lêbelê ev ê ku dibêjin rast e yan derew e nizanim.

Di kurdî de lêker û radera wekî tepisandin, tepisî, tepisîn hene dibe ku eleqeya tepisî û tepsî hebe. Ji ber ku maneya tepisî, tepisiyayî bi maneya xwe ve tam cihê vê peyvê digire.

(Tepisî, pê qeweteke giran ve bi zorê tiştekî wekî lewhe xwarkirin e)



24.05.2020 21:50 | mîr

65. Tavsamak: tewsandin
(bnr: tews)



16.05.2020 15:55 | mîr

55. Car caran gava Tirkî xeber didim yan jî dêna xwe didim û hinekî wan tê rastê min

Bi Tirkî "Demin"* bi kurdî hêca ye. Dem bi kurdî wext e demin ji kurdî ketiye tirkî.

* Demin: az evvel, biraz önce (hêca, gava dinê)
Jixwe çavkaniya tdk ê ya ferhenga berhevkirî ya devkî de ev peyv ji Diyarbekirê hatiye berhevkirin: Here lînkê



25.08.2018 19:29 | mîr

54. Pençe = pênce
(bnr: pênc)



16.06.2018 11:46 | mîr

48. kurdî: Wêrek (Kesên diwêre, natirse) bi tirkî: yürekli, cesur



tirkî: yürek (dil, qelb)



deng û maneya wan gelekî nêzîkê hev in, îhtîmaleke mezin têkiliya wan bi hev re heb in.



16.01.2016 21:37 | mîr

47. tirkî: koç

kurdî: beran



dibe ku peyva tirkiya koç ji peyva kurdiya qoçê tê.



qoç bi tirkî: boynuz



16.01.2016 21:26 | mîr

46. car caran tê rastê min û ez li vir parve dikim, wekî peyamê min ê peyvên ku ji kurdî ketine tirkî/82215



(ne heddê min e, ez zimanzan nînim, etîmolojiya wan peyvan lêkolîn nekirime. hema wan peyvana hinek jî berçavê mirov e, eleqeyê wan ji kurdî re rasterast ortê de ye)



îro min ferq kir ku lêkera tirkî ya çökmek a ji peyva kurdî ya çok ê re têkilîkî heye. çok perçekî çîpê meriv e, meriv bi wê, çîpa xwe ditewîne. tirk jî bi vê maneyê dibêjin çök-mek, mebesta wan ê gotina 'çökmek' tewandina çok ê ye ku ji peyva çok û çök eynî ye.



mînak: şimdi söylediğim hareketleri yapacaksınız arkadaşlar! çök! Kalk! Çök! Kalk!



03.01.2016 20:40 | mîr

40. tırı vırı = tir û vir



(Tırı vırı yapmak)



Min îro ferq kir ku peyva/biwêja "tırı vırı" Ya tirkî ji kurdî tê. biwêja "tırı vırı" di tirkî de bi maneya tiştên beredayî, kêrî tiştek nayê, derew re tê gotin.



mînak:

ya oğlum bırak bu lafları, tırı vırı yapma!

Hocam boş ver bunları tırı vırı işler!



Eslê "tırı vırı" rasterast biwêjê me ya tir û vir ê tê. em gava yekî boş beleş xeber dide jê re dibêjin tirek, tireko, tirro, tira dawêje... yan jî vir, virek, vireko, virro, vizzo... carna jî em dibêjin tir û vir ê neke, yanî beredayî xeber nede, rastî bêje.



gotina tir û vir ê neke wekî tiri viri neke ketiye nava tirkî,



bila xêra wê bibînin înşelle...







19.12.2015 23:57 | mîr