Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnameya basnûçe] de;

8. Di 27.11.2017 yan de weşanên xwe sekinand, êdî nayê weşandin. Here lînkê

Bi fikra min Sedemên qedandina weşanên wan siyasî, ekonomîk û teknolojîk e.

Sedemên Siyasî, piştî pêvajoya çareseriyê û referandûmê her tişt êdî wekî berê nerehet e, xewnên xweş bû xewnên reş...

Sedemên Ekonomîk, rojnameyên kurdî nayên xwendin, kurd tenê gava li înşeatên de dixebitin ser rojnameyan de nan dixwin, Kaxezên ser de nan dixwin kurdî yan jî Tirkî be ferq nake.
Ji Aliyekî din jî texmîn dikim wana ji hikumeta başûrê ji xwe re budçe standin lêbelê piştî şer û pevçunê ew jî êdî nedihat.

Sedemên teknolojîk, yaw bavo vê zemanê hanê de kê re rojnameya heftê de carekî tê weşandin lazim e, milet her deqe dikare înternetê de her tiştê bixwîne.

Axirê xatirê te basnûçe :/
Future coming with tora medyayê ya tirşikê ;)



02.01.2018 22:14 ~22:16 | mîr

7. Li Stenbolê de Min tenê li pirtûkxaneya mephisto û medya kitabevî de dît tê firotinê. Xêncê wan li rojnamefiroşan de nayê peydakirin. Nîvî tirkî, nîvî kurmancî, 1-2 rûpel jî kirdkî ye. Min carekî jê stand.

heftê de carekî tê weşandin loma nûçeyên sîyasî-ekonomî kevn dibe, yên edebî tên xwendin.

Vî zemanê de rojnamevanî li ser înternetê de web, medyaya civakî de nûçe her deqîqe tê nû kirin mehek bûye wekî rojekî loma heftê de carekî weşandina rojnameyan kêmasiyeke mezin e lê rojane derkete jî kî bistanda ew jî meseleyeke din e...

Maneya "bas" dibe ku behs, gotin, mijar, xeber be.

Hinek Kesên ku lê dinivîsin ew in:

ciwanmerd kulek
yaşar abdulselamoğlu
fahriye adsay
firat cewerî



29.04.2017 00:26 ~00:31 | mîr