Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [türk dil kurumu] de;


4. Dewletên neteweyî û polîtîkayên ziman girêdayî hev in. Gava dewletekî li ser îdeolojiya neteweyî were damerizandin piranî xelkê xwe re nasnameyekî neteweyî ava dike û wan a bi perwerde, medya yek reng dike.



Niha em dinêrin bajarên sînop, antalya, îzmîr, edirne bi hêsanî ji hev fahm dikin û heman pergalê de perwerde dibin. di nav tirkî de Devok hê maye lê gava ku yekî here dibistanê şerm dike bi devokê xwe xeber bide, ji ber ku ev hal wek nezanî tê dîtin, ji aliyê dewletê bi polîtîkayên ziman devok êdî karîkaturîze bûye.



Heke ne wusa bûya wekî kurdên me zimanê wan jî standart Nedibû. niha em dinêrin Di nav kurda de yekî amedî û mereşî car caran ji hev tiştekî fahm nakin ewana jî wusa dibûn.



Hê jî ez ji xeberdana Tirkî ya xelkê nigde, balikesîr hwd. car Caran dibe ez fahm nakim. Heke wan a Bi zimaneke hevpar perwerde nebûna dibe ku niha xelkê sînopê û antalya hev zor fahm dikir.



Hema Polîtîkayên Ziman ne her çax encamên baş tîne holê. Niha em tirkî dinêrin dewsa peyvên erebî û farisî piranî peyvên îngilizî cihê wan a girtiye. Û peyvên medeniyetê hevpar êdî nemaye û ziman gelekî feqîr maye.





12.01.2015 23:34 | mîr