Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şivanê kurmanca] de;

8. kitêb 150 rûpel e di sala 1935 ê dema sovyetan de li rewanê hatiye weşandin. erebê şemo vî kitêba xwe pêşkêşê komsomolê dike.



eskerê boyîk ji bo vî kitêbê wusa gotiye "ereb vî kitêbê xwe de rasterast çîroka jiyanê xwe nivîsiye yanê ereb vî kitêbê xwe de him nivîskar him jî leheng e"



zimanê romanê sivik e, nivîskar wekî bi me re suhbet dike û bi devoka herêma serhedê hatiye nivîsandin. min bi xwe ji zimanê romanê tehmakî xweş stand. ji ber ku êl û eşîrê me jî wan salana di salan destpêka 1900 an li bazîdê, agirî bûn. di kitêbê de bikaranîna peyv û qaliban wî wekî xeberdanê gundiyekî min e. min çavên xwe girt û ketime xeyalan bi ereb re devdorê qers, îdir, rewanê geriyam.



kitêb herwiha civaknasiya wê çaxê ji me re nîşan dide, behsa civakan kurmanc, tirk, ermenî, melegan dike û li ser têkiliyê wan bi hev re qal dike. hikayet li qersê û herêma devdorê wê de derbas dibe,



ereb çaxa ji sîpana xelatê derbas dibe piçek behsê destana siyabend û xecê jî dike.



jiyana zozanê ya koçeran ji me re bi awayekî rengareng nîşan dike. jixwe wê çaxê ermenî, melegan, tirk dêmanî ne kurd jî piranî koçer in.



di kitêbê de nêrîna ermenî, tirk, melegan ji bona kurdan ne baş e, kurd li ber çavê wan de diz, wehşî, çiyayî, serhişk, feqîr, nezan e. kurdên koçer piçek hatiye pesndan ji ber ku heywanê wan milkê wan zaf in. ji aliyekî din ve kurd di nav xwe de ji hev re şer dikin û hev nakin yekîtî di nav wan de tune ye, axa, beg, mîran xelkê xwe re rehet nade.



yanê ew çax jî di nav kurda de pirsgirêka herî mezin wekî vî çaxê Nezanî, feqîrî û bêtifaqî bûye mixabin...



erebê şemo di vî kitêba xwe de gelekî propogandayê komûnîzmê dike, jixwe ereb endamê partiya komûnîstan e. li gorî min ji aliyê propogandayê ereb neçar e, di dema sovyetan de çi dihate çap kirin divê li ser komûnîzmê bûya. min hevpevînekî têmûrê xelîl de jî ji devê wî seh kiribû digot "gava me riya teze wedişand gere her hejmarê wê de teqez propogandayê komûnîzm, lenîn, stalîn bikira, heke wusa nebûya weşanên me holê radibû, em neçar bûn me ne jidil li gorî şert û mercan hereket dikir"



her çiqas ji aliyê sovyetan bona propogandayê hatiye çap kirin jî xêra wê romana kurdî ya ewil derketiye holê. spas mamosteyê qedirbilind bavê romana kurdî erebê şemo, li cihê de bihûşt be...



bê şert û merc bixwînin û bidine xwendinê, jixwe 150 rûpel e meriv dikare di nava 1-2 rojan xilas bike...



2015.05.19-01:33 [guhertin:2015.05.19 02:12]| mîr

7. du, sê roj berê min jê xilas kir. gava ku min kitêbê dixwend notên xwe hilda, di kitêbê de peyvên tirkî yên hatiye bikaranîn min hemû derxist li jêrê rêz kir.



wan peyvên tirkî min rêz kir di devoka herêma serhedê de tê bikaranîn, ji zû de ketiye zimanê me.



(dibe ku di nav wan de çend peyv ne tirkî be jî)



duşurmîş bûn: fikirîn

Çîçek: kulîlk yan jî rasterast Çîçek

yançî: alîkar

bol: zaf, pîr, gelek

êpêcê: zaf, pîr, gelek

temiz: pak, paqij yan jî rasterast temîz

mart: adar

ekincî: cotkar

Ekin: çandin, dexl

emek: xebat, ked

Teyamîş bûn: sebir kirin (bnr: damîş bûn)

temî: şîret, nesîhet

guc: hêz

Quluxçî: yeniçeri'yê di qereqolê de erkedar e

Otax: ode, mezel

Razlix: tedbîr, amadehî, karûbar

Oyîn: dek, hîle

Obek: kom

obebaşî: serekê konê

axaler: axayan (çend kilamê dengbêjan de jî min seh kiribû)

yêr: cî, erd

Îçke: mey

aylix: mehane, meaş

Çomax: darik

boş: vala

Qirme: cûreyeke çêk e

Egrî daxê: çiyayê agirê, çiyayê qerekilîsê

xebatçî: xebatkar

Beyraq: ala, al

Arxalix: berpal

dikançî: dikandar

arişvêrîşçî: firoşkar

temûz: tîrmeh yan jî rasterast temûz

êmîş: mêwe, fêkî

barişixî: aşitî

ordî: artêş

Tivingçî: tivingvan

talimatçî: şîretkar

Birincî: yekem, ewil

orte: nav



2015.05.18-23:48 [guhertin:2015.05.19 02:18]| mîr

3. Yan jî şivanê kurd tê zanîn. Kesên ku dixwazin jê bixwînin li malpera institutekurd.org hatiye parve kirin.



Girêdank: Here lînkê



2014.12.26-22:56 [guhertin:2015.05.11 22:25]| mîr