Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [misilmanên ji bo pêxember digirîn] de;

2. Rivayet e dibêjin birayê Seyid kutub ê Mihemed kutub ji Misrê tê Stenbolê diçe mizgeftê Siltan Ehmed gava Quranê dixwîne dibîne jin û mêr piranî digrîn şaş dibe ji yekî re dipirse çima ewana digrîn ew kes jî dibêje ji ber tesîra xwendina te digrîn Mihemed kutub dibêje maneya wê ya erebî nizanin çawa fahm dikin digrîn. Heke fahm bikirina gelo çi bikirana?

Car caran ayetên li ser hayzê (regl), bazirganî, faîzê tê xwendin ew kesên ku nezan tiştek jê fahm nakin lê Kelogirî bidin Hestir ji çawên tê, ew jî ecêb e

Misilmanan û miletên rojhilata navîn ya Hindik li ser meseleyan de difikirin yan jî qet li ser nafikirin lê zêdetir bawer dikin. Xwedê meriv re aqil jî daye qelb jî, bê aqilê xwe tenê bi dilê xwe meriv paşverû fanatîk dibe.

Sedemeke dinê jî Cemaet, tarîqet û dewletan dixwaze milet zêde li ser baweriya xwe de nefikire, tişteke rexne neke, muxalefet neke, çi ji wan re bêjin wekî robota Wê bike. Îdarekirina bi vê awayî rêya herî hêsan e, Ji ber wê jî zahf ajîtasyonan dînî dikin daku mebesta xwe ya siyasî, îktîsadê hwd bînin cî.



07.05.2017 15:22 ~15:32 | mîr