Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çîkolate] de;

1. Em bi devkî jê re çoqlate dibêjin lê di ferhengê de wekî çîkolate derbas dibe, bira dilê ferhengê nemîne... Jixwe tirk jî bîna çikileta, çukulata, çokalata weha, wilo, wisa... gotine axirê ba wan navê wê bûye çikolata.

Xwarineke ji Dendikê mêweya dara kakao tê çêkirin. Gelek cureyên wê hene spî, bişîr, bitter, bi fisteq, bindeq, behîv hwd. Heke di nav wê de şekir nebe tahma wê tahl e. Di marketan de yên erzan ne çîkolate ye ji wan re kokolin dibêjin.

Kesên piçûk, mezin, feqîr, zengîn, zalim, mazlum ji aliyê her kesê ve tê hezkirin.

Ez aşiqê ya reş bitterê me.



06.06.2017 23:23 | mîr