Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lego] de;

1. Pêlîstokên ji aliyê "The LEGO Group" ê cara ewil di sala 1949 an de li Danîmarkayê hatiye çêkirin.

Ev Pêlîstok pê Parçeyên li ser wan de Qûlik û girik hene tê leyîstin, meriv ji wan tîne ba hev pê wan şiklekî (modelekî) çêdike. Ji xeynî the lego Group ê şîrketên din jî bi vî awayî pêlîstok difiroşin lê êdî navê vê pêlîstokê wek "lego" tê zanîn

(bnr: markayên ku bûne navê berheman)

Wextê em zarok bûn parçeyên wan mezin bûn lê êdî wek set "model" tê dîzayn kirin û parçeyên wan hûrik in

Di nava berhemên wan de LEGO Baby (0-3 sal, LEGO Duplo (0-6 sal), lego city, LEGO Creator, LEGO System, LEGO Technic, LEGO Bionicle, LEGO Belville, LEGO Mindstorms hene.

Êdî ne tenê pê zaran re pê mezinan re jî tê leyîstin.



08.07.2018 22:27 ~23:01 | mîr